شبكة لالش الاعلامية

Berpirsê UNESCO: Em giringiyê didin perwerde û parastina şûnwar û kelepûra Herêma Kurdistanê

Berpirsê UNESCO: Em giringiyê didin perwerde û parastina şûnwar û kelepûra Herêma Kurdistanê

BasNews – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dizeyî û Berpirsê Rêxistina UNESCO li Iraqê Paolo Fontani di civînekê de behsa bername û karên hevbeş ên di navbera her du aliyan de kirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kir, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dzeyî û Berpirsê Rêxistina UNESCO yê li Iraqê Paolo Fontani civiyan.

Di hevdîtinê de, Safîn Dizeyî spasiya kar û çalakiyên UNESCO yên li Herêma Kurdistanê yên di warê perwerdeyê de û projeyên wan ên ji bo parastina kelepûrê kir.

Her du aliyan hêvî xwastin ku bi hevahengiya ligel saziyên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê asta projeyan berfirehtir bikin.

Berpirsê Rêxistina UNESCO li Iraqê, behsa kar û bernameyên xwe yên li Herêma Kurdistanê kir û got: “Em giringiyê didin perwerde û parastina şûnwar û kelepûra Herêma Kurdistanê.”

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Îmaratê ji bo weberhênana li Tirkiyê 10 milyar dolar veqetand

Lalish Duhok

Netewên Yekbûyî: Li seranserê cihanê 82 milyon kes ji cih û warên bûne

Lalish Duhok

Li Mereşê 54 dibistan dest bi perwerdê dikin

Lalish Duhok