شبكة لالش الاعلامية

Angelina Jolie û Nadya Mûrad serdana Şingalê kirin

Angelina Jolie û Nadya Mûrad serdana Şingalê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstikvana navdar Amerîkî Angelina Jolie û Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê, Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî, çalakvana Kurd a Êzidî Nadya Mûrad serdana Şingal a Başûrê Kurdistanê kirin.

Birayê Seîd Mûrad, Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê, Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî, Çalakvana Kurd a Êzidî Nadya Mûrad ji Rûdawê re ragihand, lîstikvan Angelina Jolie û Nadya Mûrad îro Çarşemê 1ê Sibata 2023an bi helîkopterê ji Bexdayê çûne Şingalê û serdana nexweşxaneya ku niha tê lêkirin û ji sedî 70ê kar temam bûye, kirin.

Seîd Mûrad got, “Angelina Jolie û Nadya Mûrad serdana gundê Koço jî kirin ku biryar e li ser navê rêxistina Nadya Mûrad gund jinûve were avakirin.”

Seîd Murad diyar kir ku piştî sê demjimêran Angelina Jolie û Nadya Murad bi helîkopterê vegeriyan Bexdayê û dê îşev vegerin Amerîkayê.

Nûnera berê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Penaberan Angelina Jolie, di Îlona 2012an de bi mebesta dîtina rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê kiribû. Di Kanûna 2015an de jî serdana parêzgeha Duhokê û kampên penaberan kiribû.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dr. Eskere Boyîk : Daxuyanî derheqa xebata Konfêransa Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê da

Lalish Duhok

Dîrok û Edebîyata Êzidîyan bi şêwekî zanistî hat behis kirin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê civiya

Lalish Duhok