شبكة لالش الاعلامية

Keça Êzidî li rêza yekê derçû

Keçeka Êzidî di be ya yekemîn li ser parêzgeha Duhokê û ya pêncemîn li seranserî herêma Kurdistanê

Piştî ragehandina nimrên dumahya salê yê qonaxa diwazdê Amadeyî ji alyê wezareta Perwerda Herêma Kurdistanê keçeka Êzidî di be ya yekemîn li Parêzgeha Duhokê û ya pêncemîn li seranserî Herêma Kurdistanê li beşa wêjeyî . Keça Êzidî (Suzan Xêrî Xidir ) weha bo rojnama dengê laliş di bêje : ez gelek kêf xweşm bi vî encamî û we bibe rojeke taybet di jîana min da , û her wisa ez hez dikim supasya xêzana xwe bikim bi taybet dê û bavê xwe yê ku her gav ez berev pêşve di birim ji bo xundinê û piştevanê min bûn ji bo çona min ya Mektebê , her wisa supasya mamostayên xwe û her kesê harîkarya min kirî ji bo vê serkeftnê . Û her dîsa Suzanê da dîar kirin ev serkeftne wê min pirt palve bidit ji bo bi dawî kirna xwandina xwe û hîvî ji xudê di xwazim ku ez bikaribim xizmeta wellatê xwe bikim . Hejî gotnê ye koma nimrên xwendkar Suzan (672) di be (96) ji sedê û dibe ya yekemîn li ser parêzgeha Duhokê û ya pêncemîn li ser Herêmê. Suzan Xêrî Xidir ji dayk buya 1998 Xanesor li Şingalê û niha li parêzgeha Duhokê jîan di ke li Dibstana lava ya keçan li beşa wêjeyî li parêzgeha Duhokê

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hejarê Şamil: MUSEYÎB AXUNDOV Nivîskarê pirtûka yekem a helbestan bi Kurdî

Lalish Duhok

Vîyan Dexîl: Em ê ji bo parzêgehbûna Şîngalê îmzayan kom bikin

Lalish Duhok

McGurk 119 milyon dolar weke alîkarî bo avakirina navçeyên rizgarkirî ji destê DAIŞê terxan dike

Lalish Duhok