شبكة لالش الاعلامية

Rêveberê Sinûnê: Xelkê Sinûnê nikarin ji ber PKKê vegerin malên xwe

Rêveberê Sinûnê: Xelkê Sinûnê nikarin ji ber PKKê vegerin malên xwe

Çavkanî :Basnews

Rêveberê bajarokê Sinûnê yê Şingalê dibêje, xelkê Sinûnê nikarin ji ber hêzên PKKê vegerin ser war û malên xwe.

Rêveberê bajarokê Sinûnê, Nayîf Seydo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, heta niha tenê 7 hezar û 400 malbat vegeriyane Sinûnê.

Nayîf Seydo her wiha gotiye, ew malbatên ku venegeriyane jî ji ber hêzên PKKê nikarin vegerin. Ji ber ku PKK li wir bicîh bûye û bi otomobîlên bê pilak û camreş li wan deran digerin û em nizanin kî ne û çi dikin.

Rêveberê bajarokê Sinûnê daye xuyakirin ku hebûna hêzên PKKê li devera Şingalê bûye sebeba kêşe û tengavbûna xelkê Şingalê. Divê PKK wê deverê vala bike û hêzên xwe ji wir derxîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bîrewerya Nehê ya cangorî “Cîlan Berces”hate saxkirin

Lalish Duhok

Konsulxaneyên 13 welatan ên li Herêma Kurdistanê daxwaza encamdana hilbijartinan dikin

Lalish Duhok

Salnama Laliş ya sala 2017ê belavbu

Lalish Duhok