شبكة لالش الاعلامية

Bingehê‌ laliş qaremanya (Şingala xoragr) bi dawî îna

Bingehê‌ laliş qaremanya (Şingala xoragr) bi dawî îna

Tora Laliş ya ragehandnê‌

Li rêkkeftî 9 huzeyrana 2017ê‌, yarya dawîya qaremanya(Şingala xoragr) ya topkanê‌ ya biçûkrî li komelgeha Xankê‌ hate encamdan, ku jibal Bingehê‌ laliş tayê‌ Şingalê‌ bi hevkarî digel nvîsîngehên laliş Tilbenat û Tilbenata kevn û Girzerk û 14 îtebaxê‌ hatbû rêkxstn.

Di vê‌ qaremanyê‌ da 16tîmên werzşî dibin temenê‌ 18salyê‌ da pişkdarbûn, yarya dawyê‌ dinavbera tîmên “Ramî” û “Serdar”yên tazepêgehştyan hate encamdan, bi amadebûna berprsê‌ Bingehê‌ Laliş tayê‌ Şingalê‌ û berprsên nvîsîngehên Laliş û cemawerekê‌ zor, ku di encam da tîma Ramî serkeft û nasnavê‌ qaremanyê‌ bi desteve anî.

Paşre tîmên serkeftî û dadvanên yaryan hatin xelatkirin.

Jibal xwe ve berprsê‌ Bingehê‌ Laliş tayê‌ Şingalê‌ sozda li ser van core çalakyên werzşî û rewşenbîrî berdewam bin bo gencan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: Divê di zûtirîn dem de tola şehîdan bê hildan

Lalish Duhok

Mohleta artêşa Iraqê ji bo derketina hêzên çekdar ji Şingalê bi dawî tê

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî serdana Mîr Hazim Tehsîn Beg kir

Lalish Duhok