Serokwezîrê Bulgaristanê: Barzanî di serdana xwe behsa mijara serxwebûnê kir
BasNews
Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borîsov di daneşîneke taybet a parlamentoya welatê xwe de ragihand ku di serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Bulgaristanê de me behsa mijara serxwebûnê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 25ê Gulana meha borî de serdana welatê Bulgaristanê kiribû û li Sofyayê bi Serokwezîr Boyko Borîsov re hevdîtinek pêk anî bû. Borîsov di daneşîneke taybet a parlamentoya welatê xwe de ragihand ku di serdana Mesûd Barzanî ya Bulgaristanê de me behsa mijara serxwebûnê û lidarxistina referandumê kir.
Serokwezîrê Bulgarîstanê Boyko Borîsov li ser pirsa parlamenterekî ya derbarê referandûma Herêma Kurdistanê de got: “Bulgaristanê helwesta xwe ya fermî ya derbarê referanduma ji bo serxwebûna Kurdistanê hê ranegihandiye. Me di wê civînê de helwesta xwe ranegihandiye. Barzanî ji me re behsa mijarê kir û me jî guhdar kir. Ji bo helwesta fermî jî divê parlamento biryarê bide.”
Wek tê zanîn 7ê Hezîrana 2017an Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel piraniya partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê civiya û di civînê de biryar hate wergirtin, ku roja 25ê Îlona 2017ê, ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
