شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Em hertim piştevanê êzdiyan in

Nêçîrvan Barzanî: Em hertim piştevanê êzdiyan in

BasNeews– Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna Çileya Havînê peyamek belav kir û tê de ev cejin li xwişk û birayên êzidî pîroz kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Cejna Çileya Havînê bi germî li hemû xwişk û birayên êzidî li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im cejn û bihnvedaneke aram derbas bikin û cejna xêrê û aramiyê be.”
Herwiha Nêçîrvan Barzanî got: “Di demekê de ku cejn hevdem e ligel bîranîna jenosîda êzdiyan, em hemû qurbaniyên êzdiyan bi rêz û hurmet bibîr tînin, dilê me ligel malbatên wan û hemû xwişk û birayên êzidî ye yên ku heta niha jî vê karesatê dinalin. Em hemû piştrast in ku em ê her tim piştgiriyê bidin wan.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Parlamenter Şêrwan Duberdanî: Ti xaleke rêkeftina Hewlêr û Bexdayê cîhbicîh nebûye

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Çaverê ne PKK ji Şingalê vekişe

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 19 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok