شبكة لالش الاعلامية

Nûnerê HDPê: Em daxwaz ji Barzanî dikin hewlê azadkirina hevserokên HDPê bide

Nûnerê HDPê: Em daxwaz ji Barzanî dikin hewlê azadkirina hevserokên HDPê bide

Berpirsê buroya HDPê li herêma Kurdistanê amaje bi vê dike ku, tiştê ku li Tirkiyê pêktê, darbeye li Demokrasiyê û dibêje: ‘’Em daxwaz dikin rolê Barzanî di pirsgirêka kurd li Kurdistana bakûr berfireh bê kirin û hewldana azadkirina hevserokên HDPê bide.’’

Berpirsê buroya HDPê Abid Îke ji BasNewsê re ragehand: ‘’Demekî dirêje Barzanî wek kesayetekî siyasî û serok di nav kurdan de rolekî giring dilîze, herwaha Barzanî bandorekî zêde li ser civaka navnetewî û herêmê heye û di asta niştimanî û netewî de Barzanî xwedî cîhekî taybet ê xwe heye.’’

Herwaha diyar kir, daxuyaniya serokatiya herêma Kurdistanê ya derbarê girtina hevserokên HDPê de, li hember hikûmeta Tirkiyê cîhê dilxweşiyê bû.

Îke diyar kir, rolê serokê herêma Kurdistanê di piroseya aştî li Kurdistana bakûr divê bê berfireh kirin û daxwaz kir: ‘’Piştevaniya Barzanî berdewam be ku heta hevserokên HDPê bên azadkirin, demekî ku HDP xwedî peyama aştiyê ye, herwaha demek berî naha Selahedîn Demîrtaş serdana Barzanî kir, erkekî niştimanî û netewî bicîh anî, ji bo wê jî her serokek divê ji aliyê xwe ve hewl bide bo giwaşe û fişarê bixe ser dijminên Kurdistanê.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Helbijartinên nivîsîngehên Bingehê Laliş tayê Şingal bi serkeftyane hatine encamdan

Lalish Duhok

7 sal di ser êrîşa DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê re derbas bûn

Lalish Duhok

Amerîka cardin ji PKKê xwast ji Şingalê derkeve

Lalish Duhok