شبكة لالش الاعلامية

Brîtanyayê komkujiya Kurdên Êzidî nas kiribû: Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da

Brîtanyayê komkujiya Kurdên Êzidî nas kiribû: Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî, biryara Hikûmeta Brîtanyayê ya naskirina komkujiya Kurdên Êzidî bi dilxweşî pêşwazî kir.
Hikûmeta Brîtanyayê, komkujiya li hemberî Kurdên Êzidî doh bi awayekî fermî nas kiribû.
“Em biryara Hikûmeta Brîtanyayê bi dilxweşî pêşwazî dikin”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, derbarê vê biryara Brîtanyayê de peyamek belav kir û got:
“Em biryara Hikûmeta Brîtanyayê ya naskirina komkujiya ku terorîstên DAIŞê li hemberî Kurdên Êzidî kiribû bi dilxweşî pêşwazî dikin.
Bi nêzîkbûna 9emîn salvegera komkujiya 2014’an re, em qurbaniyên Êzidî û hemû kesê bi destê rêxistina terorê êş û azar dîtiye bi rêzdarî bi bîr tînin.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Salvegera 65emîn ya Damezrandina PDK a Sûriyeyê pîroz be

Lalish Duhok

Jênosîd û jênosîda Neteweya Kurd û enfal

Lalish Duhok

Dijeterorê Kurdistanê derbarê êrîşa îro li Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir

Lalish Duhok