شبكة لالش الاعلامية

Bi çavdêrya ”şêx şamo” geşteka zanstî bo 60 qutabyên serkeftî hate encam dan

Bi çavdêrya ”şêx şamo” geşteka zanstî bo 60 qutabyên serkeftî hate encam dan

Tora laliş ya ragehandinê

Bi çavdêrya rêzdar “şêx şamo”serokê desteya bilnda bingehê laliş û endamê perlemanê kurdstanê, îro 27şûbata 2018, li parêzgeha Dihokê geşteka zanstî hate rêkxstn bo 60 Xwendekaren Amadeya Xankê ya têkel/zanstî, Xwendekaren pişkdar ew bûn yên li korsê êkê têkraya nimrên wan diser 90% da bûn.

Yek ji birgên wê geşta zanstî seredankirna baregayê bingehê laliş bû li Duhokê ku bi germî ji alyê mamosta”Şemo Qasim” berprsê lîjna rewşenbîrî li bingehî hatine pêşwazîkirin .

Ji alyê xweve kargêrya amadeya xankê û mamosta û xwendekaran supasyên xwe arasteyî rêzdar”şêx şamo”kirin jibo wê piştevanya berdewama li kargêrî û xwendekaren qutabxana nav hatî dike.

herwesa wek rêzgrtin bo ked û xebata bingehî xelatekî rêzlênanê pêşkêşkirin û rolê bingehê laliş di xizmetkirna civaka êzdya û êzdyatyê da bi giştî bilnd nrxandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Operasyona Mûsilê dest pê kir

Lalish Duhok

Kazemî bi boneya Cejna Cemayê li Êzidiyan pîroz kir

Lalish Duhok

HDP: Em Jenosîda êzdiyan û silsileya fermanan şermezar dikin

Lalish Duhok