Jineke Kurd a Êzdî: Ji tirsa komkujiyeke din venagerim
(Rûdaw)
Ferîde Ebas Xelef, yek ji wan hezaran jinên Kurd ên Ezdî ye ku çekdarên DAIŞê Tebaxa 2014ê revandibûn û rûbirûyê destdirêjiyê bûbû. Wê demê Ferîd Ebas 18 salî bû û zêdeyî sê sal piştî êrîşan di wê baweriyê de ye, nemana DAIŞê nayê wê wateyê ku êdî Iraq welatekî parastî û rewş baş e bo vegera wan.
Ferîde ku ji gundê Koço ye ji Ajansa France-Presse (AFP) re got: “Tiştek nehatiye guhertin, hemû ew kesên çûbûn nav DAIŞê, niha li nav wan taxan e, çawa dibe careke din em baweriyê bi wan bînin û vegerin? Kî dikare garantiyê bide me ku careke din grûbek bi navekî din me bikom me nekuje û rûbirûyê komkujiyeke din nebin?”
Ferîde, kitêbek bi navê “Wê Keça DAIŞ Şikand” nivîsiye. Ferîde di çarçoveya civîneke Lutkeya Berevanîkerên Mafên Mirov de li Cinêv gotarek pêşkêş kir û amaje bi wê yekê da ku malbata wê qet nedifikirî DAIŞ êrîşî gundê wan bike û wiha axifî: “Ji ber zerara me bo kesî nebû, me kes neêşandibû, tenê me dixwest bi aramî bijîn.”
Lê DAIŞê roja 3ê Tebaxa 2014ê êrîş bire ser gundê wan ku dikeve bakurê navçeya Şingalê. Dema çekdarên DAIŞê ketin nav gund, daxwaz ji xelkê gund kirin daku bibin Misilman, eger na rûbirûyê karesateke giran dibin.
Ferîde, wiha behsa bûyerên wê demê dike: “Em hemû li gund kom kirin û daxwaz kirin ku em bibin Misilman, lê me qebûl nekir, wan jî dest bi kuştina mêran kir.” Bav û birayekî Ferîde di nav wan 450 mêran de bûn ku DAIŞê wê rojê kuştin.”
Bazara Koleyan
Derheqa bûyarên piştî karesatê de Ferîde ji Ajansa Fransî re wiha dibêje: “Dema em girtin (wate keç û jinên Kurd ên Êzdî) hemû tiştek bi me kirin, destdirêjiya keçên 8 salî jî dikirin.” Wek ew bi xwe dibêje, Ferîde bo bazareke kirîn û firotina koleyan hatibû veguhestin: “Çekdaran her kesa bixwestana dibirin, wek bibêjî li supermaketekê bin, an bi kirîna ajelan ve mijûl bin.”
Ligel hemû êşkenceyeke cesteyî û derûnî, Ferîde hewl dabû hêza xwe ji dest nede, herwiha moral dabû keç û jinên din ên girtî jî. Wek ew bi xwe behs dike her tim li revê difikirî û hêviya wê piştî çar mehan ji ber miftenekirina deriyekî pêk hat. Wê rojê Ferîde û hejmareke zêde ya keçên Kurd ên Êzdî karîn birevin û Ferîde jî herî dawî berê xwe da Almanya. Almanyayê 1000 Kurdên Êzdî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne wek penaber wergirtine û di warê civakî û derûnî de hevkariya wan dike.
Anîna Tawanbaran Bo Dadgehê
Niha jina Kurd a Êzdî hemû hewldanên xwe xistine tevgerê ku îtîraf bi komkujiya DAIŞê ya dijî Kurdên Êzdî bê kirin û “Çekdarên DAIŞê bên dadgeh kirin”. Ferîde tekez dike ku şikestina leşkerî ya DAIŞê têr nake ku birînên wan bên derman kirin û wiha dibêje: “Ez dixwazim çekdarên DAIŞê û kesên tawan kirine li dadgehên navdewletî bên dadgehkirin.”
Li gor hinek amaran, nêzîka 3 hezar jinên Kurd ên Êzdî heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e û fikra li wan jinan û hemû ew jinên di kampên koçberan de mane, fikra Ferîde aloz kirine û wiha pêde diçe: “Pêdiviya wan bi hevkarî û çareseriyê heye, ev yek jî li kampan bidest nakeve.” Herwiha hişyariya wê yekê dide ku “hejmareke zêde ya wan jinan xwe dikujin” eger hevkariya wan neyê kirin.
Li ser wêya gelo bi çi mercekî vedigere navçeya xwe jî, Ferîde ji AFPyê re got: “Tenê demekê li vegerê difikirim ku bibînim dadperwerî hatiye ferzkirin, dadgaheke navdewletî buyer wek komkujî naskirî ye û civaka navdewletî jî me diparêze, eger na çawa bizanin careke din rûbirûyê komkujiyê nabin.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî