شبكة لالش الاعلامية

Nayif Seydo: Hebûna PKKê sedema sereke ya gefên Tirkiyê ye

 Nayif Seydo: Hebûna PKKê sedema sereke ya gefên Tirkiyê ye

BasNews– Rêveberê Nahiya Sinûnê Nayif Seydo radigihîne, PKK red dike ji Şingalê derkeve, li hemberê jî îradeyeke cidî hikûmet Iraqê ve nîne ku rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê bi cih bike.

Rêveberê Nahiya Sinûnê Nayif Seydo derbarê rewşa Şingalê de ji K24ê re ragihand: “Bendek ji rêkeftina Şingalê ew e, divê PKKê ji Şingalê derkeve, 3 meh di ser wê rêkeftinê re derbas bûne, lê ew bend nehat bichkirin û PKK bi awayekî aşkere dibêje ku ew dernakevin. Di vê rewşê de diyar dibe ku biryara Bexdayê ne di destê wê de ye, ji ber ku ev çend car in artêşa Iraqê moletê dide PKKê û jê daxwaz dike ji Şingalê derkeve, lê ev molet derbas dibin û tiştek li ser erdê nayê guhartin.”

Herwiha Seydo diyar kir jî, pêgehên PKKê li nava Şingalê, li Xanesorê, li ser çiyayê Şingalê hene û rêbend danîne û xelkê pişknîn dikin. Artêşa Iraqê jî daxwaz ji wan dike ku ji van cihan derkevin, ji bo ku desthilata li wê herêmê di destê wê Polîsa Federalî de be, lê PKK red dike ji wê herêmê derkeve.

Seydo ragihand jî, berî hefteyekê civînek di navbera artêşa Iraqê û fermandarên PKKê de hebû û artêşa Iraqê moleta 7 rojan dabû PKKê ta ku ji Şingalê derkeve û îro ew molet bi dawî dibe.

Herwiha Seydi got: “Em naxwazin li herêmê çêbibe, ji ber ku zeremendê wê jî dê welatiyên sivîl bin.”

Derbarê egera operasyoneke artêşa Tirkiyê li Singalê de got jî: “Dema em ji PKKê dixwazin ji Şingalê derkeve, ji bo bihane nekeve destê Tirkiyê Şingal û çiyayê Şingalê bombebaran bike. Hebûna PKKê sedema sereke ya gefên Tirkiyê ye.”

Seydo dibêje, sala borî hejmareke mezin ji koçberên Şingalê vegeriyabûn ser mal û cihên xwe li Şingalê, lê di dema dawî de û ji ber xirapbûna rewşa Şingalê, bi dehan malbat dîsa vegeriyan kampan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezîrê Berevaniya Tikriyê bo balyozê Iraqê: Nabe PKK li Şingalê bimîne

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Dr. Silêman bi şehîdbûna xwe Kurd kirin yek!

Lalish Duhok