Encamên destpêkê: Sê Kurd li Almanyayê bûne parlamenter
Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Hilbijartinan a Almanyayê encamên fermî yên destpêkê yên hilbijartina parlamentoya wî welatî aşkere kir û li gor encaman, heta niha sê berbijêrên Kurd di hilbijartinan de biserketine û bûne parlamenter.
Li gor encamên fermî yên destpêkê, Partiya Sosyal Demokrat (SPD) %25.7 dengan bi dest aniye û bûye partiya yekem û li paş wê hevpeymaniya Partiya Yekîtiya Kirîstiyan Demokrat û Yekîtiya Sosyal Demokrat (CDU/CSU) %24.1 dengan bi dest aniye, herwiha Partiya Kesk jî bi %14.8 dengan di rêza sêyem de cih girtiye.
Her li gor van encamên fermî, Partiya Lîberal Demorkata Azad %11.5, Partiya Alternatîv bo Almanya (AfD) %10.3 dengan qezenc kirine.
Peyamnêrê Rûdawê li Almanyayê, Zinar Şîno ragihand, li gor encamên hatine ragihandin, heta niha yekalî bûye ku sê berbijêrên Kurd karîne dengên pêwîst bi dest bixin, ku ev kes in:
Qasim Tahîr Salih li ser lîsta Partiya Kesk jibo parlamentoya Federal a Almanyayê
Canan Bayram li ser lîsta Partiya Kesk jibo parlamentoya Federal a Almanya
Jiyan Omer jibo parlamentoya Herêma Berlînê.
Li gor encamên destpêkê yên fermî, Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ji 735 kursiyên parlamentoyê 206 kursiyan bi dest dixe, hevpeymaniya Yekîtiya Kirîstiyan Demokrat û Yekîtiya Sosyal Kirîstiyan (CDU/CSU) 196 kursî, Partiya Kesk 118 kursî, Partiya Lîberal Demokrata Azad 92 kursî, Partiya Alternatîv bo Almanya (AfD) 83 kursî û Partiya Çepên Almanyayê jî 39 kursiyan bi dest dixin.
Wek di encaman de xuya dike, ti partiyek bi tena serê xwe nikare hikûmetê pêk bîne, lewra hikûmeta bê ya Almanyayê dê hevpeymanî be.
Doh Yekşemê 26ê Îlonê û piştî aşkerekirina encamên destpêkê yên nefermî, Olaf Scholz berbijêrê SPDê û Armîn Laşet berbijêrê CDU/CSU bo posta şêwirmendiya Almanyayê ragihandin, ew dê hewl bidin bi hev re hikûmeteke hevpeymaniyê pêk bînin.
Olaf Scholz ji medyaya welatê xwe re got, ew dê hemû hewlekê bidin daku berî Krîsmasê karûbarên taybet bi pêkanîna hikûmetê temam bikin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî