November 22, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Şingalê rikeberiyeke mezin: 60 namzed hene

Li Şingalê rikeberiyeke mezin: 60 namzed hene

.

Rûdaw

 Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li herêma Şingalê 60 kesan navê xwe weke namzed tomar kirine. Koçberên Şingalê jî dixwazin li navçeyên xwe dengên xwe bikar bînin.

Biryare îsal meha Gulanê li Iraqê hilbijartinên giştî werin kirin. Ji bo vê yekê jî li Şingalê 60 kurdên êzidî û misliman, li 10 lîsteyên cuda bûne namzed û ew dê hevrikiyê li ser bidestxistina dengê 250 hezar kesan bikin.

Rêvebera Liqa 17 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Lazima Yusif ji Rûdawê re got: “Li Şingal û derdora wê ji lîsteya partiya me, çi misliman û çi jî êzidî, 28 namzed hene. Erê îro gelê me di rewşeke ne baş de ye lê hilbijartin jî mafek e û bi beşdarbûna hilbijartinan em dixwazin vê mafê xwe bikar bînin.” 

Di vê gera parlamentoya Iraqê de 2 kursiyên kurdên êzidî hebû. Yek ji wan ji kotayê hatibû hilbijartin û ya din jî di lîsteya PDKê de li parêzgeha Nînowa hate hilbijartin.

Li Şingalê hejmara kesên ku mafên wan ê dengdanê heye 250 hezar kes in. ji niha ve hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dixwazin wan dengan bidest bixin.

Cîgirê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Dawûd Şêx Kalo jî got: “Me 5 namzet destnîşan kirine, 3 ji wan êzidî û 2 jî misilman in. Dibe ku em vê hejmarê kêm bikin an jî zêde bikin.”

Tevî ku piraniya xelkê Şengalê koçber bûne û di kampan de dijîn lê ew dixwazin li navçeyên xwe beşdarî hilbjiartinan bibin û dengê xwe bidin. Weke ew dibêjin, naxwazin dengên wan belaş biçin.

Hemwelatiyê bi navê Xidir Xelef jî diyar kir: “Hêviya me ji hikûmeta navendî ew e, ku alîkariyê bide da em vegerin navçeyên xwe dengên xwe li wir bikar bînin. Herwiha em ji hikûmeta Kurdistanê jî daxwaza piştgiriyê dikin. Ez ditirsim careke din dengê ne bibin lê me li holê bihêlin.”

Di vê hilbijartinê de 10 aliyên siyasî yên Kurdî namzed nîşan dane û di nava wan de partiyên êzidiyan bi xwe jî hene.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi