November 22, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hewlêr ji bo rêkevtina li ser petrola Kerkûkê amade ye

Hewlêr ji bo rêkevtina li ser petrola Kerkûkê amade ye

 (Rûdaw)

Hikûmeta Herêma Kurdistanê amedebûna xwe ji bo hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriyên petrolê yên Kurdistanê weke ku çawa Bexda daxwaz dike nîşan dide. Parlementerekî Şîe jî dibêje ku eger petrola Kerkûkê bi boriyan biçe, êdî bi rêya tankeran dê neyê dizîn.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja sêşemê li Bexdayê di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku daxwaz kirine Hewlêr deriyê hinardekirina petrola Kerkûkê veke.

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê Bexdayê dest danî ser petrola Kerkûkê û bi vê yekê hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya Kurdistanê hat sekinandin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî naveroka mijara hinardekirina petrola Kerkûkê bo derve û daxwaza Bexdayê eşkere kir.

Sefin Dizeyî ji Rûdawê re ragihand: “Hikûmeta Kurdistanê ew pêşniyar daye Bexdayê, di hevdîtina dawî de jî tekez li ser hat kirin. Wiha dixwiye Bexda jî pêşwaziyê li wê pêşniyarê bike, ji ber Heyder Ebadî bi xwe wek fikrekê amaje pê da. Herçiqas fikir ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye pêşkêşkirin, lê ne pirsgirêk e, lê heta niha ti rêkeftineke bingehîn li ser wê pêşniyarê nehatiye kirin. Tenê pêşniyar e û eger heye Bexda bi cidî li ser helwêsta xwe diyar bike, em jî hêvîdar in rêkeftineke baş jê derkeve.”

Parlementerekî şîe yê li Lijneya Petrol û Gazê ya Parlementoya Iraqê dibêje ku eger ev rêkevtin were kirin, qet nebe êdî petrola Kerkûkê dê bi rêya tankeran neyê dizîn.

Endamê Lijneya Petrol û Gazê ya Parlementoya Iraqê Zahir Îbadî ji Rûdawê re diyar kir: “Giringiya boriya petrolê ya Kurdistanê ew e ku dikare temamê petrola Kerkûkê ber bi derve hinarde bike, ev jî wisa dike ku êdî rê li ber wê yekê bigre ku petrola Kerkûkê bi tanekeran tê birin, bi vê yekê jî tenê Iraq di siberoja petrola Kerkûkê de sûdmend nabe, herwiha xelkê Kurdistanê jî dê sûd werbigrin.”

Li gor axaftinên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Bexda dixwaze mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne, Sefin Dizeyî jî eşkere dike ku ti hincetek nemaye ku Bexda mûçeyan neşîne.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî diyar kir: “Niha divê biryara siyasî li ser wê yekê were kirin ka gelo meaşê wan herdu wezaretan tê dayîn an na. Tenê yek biryara siyasî maye ku Bexda bide. Eger na di warê teknîkî de karê wan herdu wezaretan qediya ye, niha kar li ser hinek wezaretên din jî tê kirin, lê karê wan herdu wezaretan li pêş e.”

Niha ji aliyê axaftin û civînan ve, wisa xuya ye navbera Hewlêr û Bexda baş dibe, lê ji aliyê pratîkê ve hê tiştekî ew qas nayê dîtin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi