Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
BasNews – Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û zêdetirî 600 kesên din jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Kurdistanê amarên nû yên Koronayê belav kir.
Li gorî amarên nû, di 24 demjimêrên borî de 636 kes bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye nêzîkî 160 hezar kesan.
Wezaretê daye zanîn jî, ji duhî de 6 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 4137 kesan.
Li gorî amarên wezaretê, di şev û rojekê de 1046 pêketiyên Koronayê jî baş bûne û hejmara yên ku baş bûne, gihîştiye 141 hezar û 307 kesan.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî