شبكة لالش الاعلامية

Platforma Zimanê Kurdî: Divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

Platforma Zimanê Kurdî: Divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Platforma Zimanê Kurdî daxwaz dike, Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehê û zimanê fermî li Tirkiyê.

Platforma Zimanê Kurdî ku ji aliyê 9 partiyên Bakurê Kurdistanê ve hatiye damezirandin, îro bi helkefta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, ragihandinek belav kir.

Di wê ragihandinê de hatiye gotin ku Zimanê Kurdî nasnameya her Kurdekî ye û divê were parastin û bê bikaranîn.

Herwiha Platforma Zimanê Kurdî tekez dike, ew kompanyaya îmzeyan a ji bo ku Zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê perwerdê û duyemin zimanê fermî, hê jî berdewam e.

Platforma Zimanê Kurdî ku bi beşdariya DBP, HDP, PÎA , Partiya Komunîst a Kurdistanê, PSK, PAK, PDK-T, Pilatforma Demokratên Kurd û Partiya Azadî hatiye damezirandin, bal kişand ser wê yekê ku pêwîst e Zimanê Kurdî bibe xwediyê pêgeha xwe ya taybet.

Herweha Platforma Zimanê Kurdî daxwaz dike, di xebata siyasî de zimanê Kurdî bê bikaranîn û di civîn û çalakiyan da, bi Kurdî bê axaftin.

Li ser daxwaza zanayên ziman û edebiyata Kurdî, roja derçûna yekem hejmara govara Hawar di 15ê Gulana sala 1932an de ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve, 15ê Gulanê weke roja Cejna Zimanê Kurdî hatiye diyarkirin û ji sala 2006ê ve ev roj tê pîrozkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî budceya sala 2023 ya Iraqê gotûbêj kirin

Lalish Duhok

Hifzullah Kutum: Gotina ‘Bijî Kurdistan’ ne tawan e

Lalish Duhok

HEZKURD: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be

Lalish Duhok