شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî:Mamosteyên Kurdistanê her dem roleke girîng di çespandina mafên gelê Kurdistanê de lîstine

Mesrûr Barzanî:Mamosteyên Kurdistanê her dem roleke girîng di çespandina mafên gelê Kurdistanê de lîstine

Tora Laliş

Bi helkefta 59emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê de berêz Mesrûr Barzanî pîrozbahên xwe di gehîne tevaya mamostayên Kurdistanê û bi vê helkeftê peyamek pîrozbahî belav di ke .

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Di 59emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê de, ez pîrozbahiyên herî germ arasteyî mamosteyên Kurdistanê û serok û sekreterê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê dikim.

Mamosteyên Kurdistanê her dem roleke girîng di gihandina nifşên Kurdistanê û çespandina mafên gelê Kurdistanê de lîstine. Loma em bi rêz û pêzanînê li xebata perwerdeyî û niştimanî ya mamosteyên Kurdistanê dinêrin.

Ez spasiya mamosteyên Kurdistanê dikim ku tevî rewşên dijwar, di xizmetkirin û domandina proseya xwendin û perwerdekirina nifşên Kurdistanê de berdewam dikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirin û bilindkirina asta xizmetguzariya xwendin û fêrkirin û xizmetkirina hêjatir a mamosteyên Kurdistanê û parastina mafên wan dixebite.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mistefa Kazmî bo Rûdawê: Em helwesta PKKê red dikin

Lalish Duhok

Konsula Brîtanya: Pêwîste rêkeftina Şingalê bê cîhbicîh kirin û jiyana Êzidiyan bê asayî kirin

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a şandeke Amerîkayê kir

Lalish Duhok