February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Herêma Kurdistanê 353 kes bi coronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 353 kes bi coronayê ketin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 353 kes bi vîrusa coronayê ketin û 7 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û hezar û 14 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 5 hezar û 21 pişkinînên coronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 353 pêketiyên nû yên coronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 997  nexweşên coronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de li Hewlêrê 4, Duhokê 2 û li Germiyan 1 bi giştî 7 kes bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 1 milyon û 736 hezar û 284 pişkinînên coronayê hatin kirin, ji wan 159 hezar û 890 kes tûşî vîrusa coronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 142 hezar û 321 kes baş bûne û 4 hezar û 75 tûşbûyên coronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê careke din daxwaz ji xelkê kir ku pabend bin bi rênimayiyên tendirustî, dûrketina ji cihên qelebalix û bikaranîna mask û herwiha di demeke pêwîst be peywendî bi Hêla Germ a hejmar 122 bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi