شبكة لالش الاعلامية

Hevseroka HDPê: Savaş Buldan ji aliyê rêveberên dewletê ve hat kuştin

Hevseroka HDPê: Savaş Buldan ji aliyê rêveberên dewletê ve hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka HDPê Pervîn Buldan piştî gotinên mafyager Sedat Peker ên derbarê karsazên Kurd de peyamek belav kir û ragihand, “Bi salan e em dibêjin, Savaş Buldan (hevjînê Pervîn Buldan) û hevalên wî ji aliyê kesên dewletê birêve dibin ve hatine kuştin.”

Mafyager Sedat Peker ku ev heyamek e bi îtîraf û gotinên xwe bûye rojeva Tirkiyê vîdyoyeke nû belav kir û di wê vîdyoyê de behsa bûyerên kuştina karsazên Kurd jî kir û amaje bi rola Wezîrê Navxwe yê berê yê Tirkiyê Mehmet Agar û karmendê MITê yê berê Korkut Eken kir.

Piştî wê vîdyoyê, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek belav kir û got ku hevjînê wê karsaz Savaş Buldan û hevalên wî ji aliyê kesên dewletê birêve dibin ve hatine kuştin.

Pervîn Buldan nivîsand, “Bi salan e em dibêjin û niha jî dibêjin, Savaş Buldan û hevalên wî ji aliyê kesên dewletê birêve dibin ve hatin kuştin.”

Pervîn Buldan amaje bi wê jî kir ku kesên Savaş Buldan û hevalên wî kuştin bi dadgehîkirinên nerasteqîn hatin azadkirin û got, “Niha em dîsa vegeriyan destpêkê û em dê hewl bidin ji bo dadgehîkirina wan.”

Karsazê Kurd Savaş Buldan ku xelkê Colemêrgê ye, 3ê Hezîrana 1994an piştî ku ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat desteserkirin, hat kuştin û heta niha jî bikujên wî nehatine diyarkirin.

Mafyager Sedat Peker di vîdyoya xwe de li ser bûyerên kuştina rojnamevan Ugur Mumcu û karsazê Kurd Savaş Buldan behsa rola Wezîrê Navxwe yê berê yê Tirkiyê Mehmet Agar kir û diyar kir ku Agar Mumcu kuşt û herwiha bi gotina wî peywendiyeke xurt a Agar li gel karsazên Kurd hebû û “ji hemûyan pere wergirtin.”

Sedat Peker her di wê vîdyoyê de, karsazên Kurd bi bazirganiya “maddeyên hişber” tometbar kirin û got, Mehmet Agar ew (karsaz) xistin kemînê û ji bo ku raboriya xwe ya “qirêj” paqij bike ku bi gotina wî armanca Agar serokomarî bû, dest bi kuştina karsazên Kurd kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

ŞINGAL – Di êrişa Tirkiyê de berpirsekî YBŞê jiyana xwe ji dest da

Lalish Duhok

Şêx Şamo yek ji 100kesayetyên navdarên kurdistanê‌ hatye dest nîşan kirin

Lalish Duhok

Rêzgirtin ji xebatkarên kempa Mam Reşan re

Lalish Duhok