Ji ber PKKê û erebên Şingalê sedî 95ê jinên Şingalê navegerin bajarê xwe
Berpirsê encûmena jinên Şingalê ji rojnameya Bas re aşkera kir, sedî 95ê jinên Şingalê du dilin û amade nînin vegerin ser mal û milkên xwe, ji ber metirsiya PKKê û erebên devera Şingalê wê tirsê jiyan dikin.
Berpirsê encûmena jinên Şingalê Dilvîn Xelef ji rojnameya Bas re aşkera kir: ‘’PKK keçên Şingal ji rê derdixe, naha PKK li terorîstên DAIŞê xiraptir li serê keçên êzdî yên li Şingalê tîne. Her keçek biçe nav PKKê êdî nikare vegere nav kesûkarên xwe û careke din malbata xwe nabîne. Bo nimûmne li qempa Îsan a parêzgeha Duhokê PKKê keçek xapand û gehande nav rêzên xwe. Ew keç kirin çekdarên xwe, lê piştî wê keçê kiryarên PKKê bi çavê xwe dît, poşman bû û gelek hewlda vegere gel malbata xwe, lê PKKê rê neda vegere mala bavê xwe û gef lê xwarin, ku eger biçe dê jiyana wê bikeve metirsiyê.’’
Dilvîn Xelef aşkera kir, derxistina terorîstên DAIŞê li Iraqê, nabe hêvinê wê yekê ku jiyana jinên êzdî li Şingalê û di nav Iraqê de parastî be, ji ber sedan sale êzdî li dijî xwe dijîn û berdewam jinên êzdî di bin gefa kuştin û revandinê de bûne. Em ji bo parastina jiyana xwe gumana me li hêzên Iraqê heye, eger hêza Iraqê li Şingalê bimîne, wê demê jinên Şingalê vegera wan a ji bo ser mal û milkên xwe de dê du dilbin.’’
Berpirsê encûmena jinên qeza Şingalê got: ‘’Di merasîma salvegera karesata Şingalê de, serok Barzanî di gotara xwe de behsa berxwedana jinên êzdî kir, dema ku got bila keçên êzdî bêjin em keçên kurdin û gula serê Pêşmerge ne. Em bi vê gotina serok Barzanî ve bêhtir berxwedêrtir bûn û divê em berê xwe bidin nav rêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Naha hêzekî jinên êzdî ya ser bi wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê heye û bi şev û roj parastina deverê girtine serxwe.’’
Dilvîn Xelef got, ziman, nasname û ola me kurdiye, em di nav Kurdistanê de dijîn û beşekin ji herêma Kurdistanê. Dijminên êzdî hewldidin em li Kurdistanê dûr bikevin. Elbet em wek jinên Şingalê berdewam di nav xelkê xwe de ne, hemû xelkê Şingalê û bi taybet jinên Şingalê dibêjin, eger asayîşa Şingalê di destê Pêşmergeyên Kurdistanê de be emê vegerin ser mal û milkên xwe, ji ber Pêşmerge Şingal rizgar kir, her Pêşemrgeyeke Kurdistanê ku bi şev û roj di hewldana rizgarkirina navçeyên din ên êzdiyan de ne.
Dilvîn Xelef got: ‘’Li gel wê karesata mezin a serê jinên Şingalê jî hat, îro rojeke jinên Şingalê xebat bo aştî, azadî û pêkvejiyanê dikin.’’
Herwaha got: ‘’Erebên krîvê Şingaliyan ku bi hezaran sale di nav mala me de ne, xiyanet li jinên Şingalê kirin, ti demekê ew zilma wan ereban jibîr naçe, naha jinên Şingalê ditirsin vegerin Şingalê û carekdin karesata Şingalê dûbare bibe. Dema ku Şingal bibe parêzgeh û ser bi herêma Kurdistanê be û parastina Şingalê bi destê Pêşmerge be, wê demê jinên Şingalê bi serbilindî ve dê vegerin ser cîhên xwe. Emê dengê xwe bigehînin hemû cîhanê, heta kar bo derxistina hêzên ne zagonî li Şingalê bên derxistin.’’
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî