شبكة لالش الاعلامية

Nasnameya 41 rufatên cînosayda gundê Koço yê Şingalê eşkere bû

Nasnameya 41 rufatên cînosayda gundê Koço yê Şingalê eşkere bû

BasNews – Nasnameyên komek din yên qurbaniyên cînosayda gundê Koço yê Şingalê hat eşkerekirin.

Yek ji mexdûrên cînosayda gundê Koço yê Şingalê bi navê Elyas Salih Qasim, ku di gorekî bi kom de bi birîndarî xilas bibû, ji BasNewsê re got, nasnameyên 41 kesên ku roja 15 Tebaxa sala 2014 ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn komkujkirin û di gorên bi kom de hatibûn veşartin, eşkere bû.

Elyas Salih Qasim her wiha got, rufatên wan kesan niha li Bexdayê ne û dê çend rojên din teslîmî malbatên wan bê kirin û li goristana gundê Koço bên veşartin.

Wî welatiyê xelkê gundê Koço da zanîn jî, beriya niha jî nasnameya 104 rufatên din ku ji gorên bi kom yên Koço hatibûn derxistin, eşkere bibû.

Terorîstên DAIŞê havîna 2014 zêdetirî 500 kes li gundê Koço yê Şingalê komkuj kiribûn û xistibûn nav 15 gorên bi kom. Beşek ji wan goran hatine vekirin û bi dehan rufat ji nav wan goran hatine derxistin û bo naskirina nasnameyên wan şandine Bexdayê. 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hevpeymaniya Navdewletî zêdekirina hevahengiya bi Pêşmerge re bi girîng dizane

Lalish Duhok

PAK û TDK-TEVGER: Heta Pêşmerge li Kerkûkê bicih nebe jiyana Kurdên wî bajarî asayî nabe

Lalish Duhok

Şêx Şamo pêşwazîya hijmareka xendevanên Êzidîyên Ermenistanê kir

Lalish Duhok