شبكة لالش الاعلامية

Kurdên Êzidî vedigerin Başîkê û perestgehên xwe nû dikin

Kurdên Êzidî vedigerin Başîkê û perestgehên xwe nû dikin

Rûdaw

Li nahiyeya Başîk û Behzanî xebatên jinûve avakirinê berdewam e û niştecihên wan ên kurdên êzidî vedigerin cih û warên xwe.

Kurdên êzidî perestgehên xwe yên li nahiyeyê nû dikin û beşdarî avakirina nahiyeya xwe dibin.

  Ji welatiyên ku ji bo nûkirina perestgehê dixebitin Muhib Xidir diyar kir, ku li Behzaniyê 5 perestgeh hatine nûkirin û hêj xebatên nûkirina 10 perestgehan jî berdewam e. Herwiha aşkere kir, ku niha li Başîkê 6 perestgeh têne nûkirin û ewê li ser ên din jî bixebitin.

Xidir destnîşan kir, ku perestgeh ji aliyê welatiyan ve bi awayekî xwebexş têne nûkirin û ji ber ku pere tune ne, pirsgirêk derdikevin. Herwiha diyar kir, ku ne hikûmet, ne jî yekî din pere nadin û xebata ku dikin, ji dil e û pere jî ji êzidiyan têne berhevkirin.

  Ji niştecihên Behzaniyê Wad Îbrahîm diyar kir, ku dixwazin DAIŞ bi temamî ji herêmê were avêtin û aşkere kir, heta ku DAIŞ ji Mûsil û Tileferê neyêne avêtin, metirsî ji holê ranabe.

  Ewlehiya Başîk û Behzanî di destê hêzên Pêşmerge de ne û Pêşmerge li ser dabînkirina ewlehiyê bawerî dide xelkê wê deverê.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

PAK û TDK-TEVGER: Heta Pêşmerge li Kerkûkê bicih nebe jiyana Kurdên wî bajarî asayî nabe

Lalish Duhok

Di Êrîşeke Çekdarî de Dehan Kes li Almanya Birîndar Bûn, Êrîşvan Hate Kuştin

Lalish Duhok

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê: Grûpeke ser bi PKKê hat desteserkirin

Lalish Duhok