Kurdên êzidî dixwazin hêzeke yekgirtî wan biparêze
Rûdaw
Kurdên êzdî daxwazê dikin ku hêzeke yekgirtî devera Şingalê biparêze. Bi sedema hebûna gelek grûpên çekdar û girtina beşek ji axa Şingalê ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên ser bi PKKê ve, hîna ew bajar nehatiye avedankirin. Koçber daxwazê dikin ku vegerin ser cih û warê xwe.
Koçberên ku vegeriyane Şingalê, hê jî ji ber karesata biserê wan de hatiye, dilgiran in. Çavê hinek ji wan malbatan hê jî li koçberiyê ye.
Hemwelatiyê bi navê Dawud Silêman dibêje: “Me divê em ji vir herin. Em dixwazin Neteweyên Yekgirtî me ji vir bikişe û bibe. Eger ew me nebin, ez dê bixwe herim. Ez dê erd û mala xwe bifiroşim û biçim. Ev 3 sal in em li derve bûn me nedikarî em werin. Niha jî em hatine lê dinerin rewş ne safî û ne aram e.”
Niha 13 hezar malbat li navçeya Şingalê û gund û bajarokên wî dijîn. Ji sedî 70 yê wan, ji ber aloziya li herêmê, dixwazin herin derveyî welat.
Navenda Laleşê ya Civakî û Rewşenbîrî sedema venegera koçberên êzidî bi neparastina wan ve girêdide.
Li gorî Rêveberiya Navenda Laleşê ya Civakî û Rewşenbîrî, avakirina hêzeke yekgirtî û taybet ji bo kurdên êzidî, avakirina herêmeke ewle ji bo wan, afirandina derfetên kar û jiyanê û herwiha misogerkirina mafên wan di destûra Iraqê û Kurdistanê de, dikare rêya vegera kurdên êzidî veke.
Nîştecihên Şingalê di vê rewşê de ji pêşeroja navçeyên xwe bê hêvî ne, lewma heta niha gelek ji xelkê Şingal berê xwe dane Ewropa.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
