شبكة لالش الاعلامية

Ji ber êrişên DAIŞê 2 hezar û 745 zarok sêwî man

Ji ber êrişên DAIŞê 2 hezar û 745 zarok sêwî man

Şingal (Rûdaw) Ji ber êrişên DAIŞê yên ser Şingalê 2 hezar û 745 zarok bê dê û bav mane û ji bo xwedîlêderketina wan zarokan du malên zarokan hatine damezrandin ku beşek ji wan zarokan li wan herdu malan dimînin û beşeke wan jî li cem xizmên xwe dimînin.

Li mala Herman a li kampa Xankê nêzîkî 300 zarok dijîn û her roj 6 saetan perwerdeya babetên hunerî û werzişî dibînin.

Zarokeke li mala Herman diyar kir ku “em li wir rehet in, bi hevalên xwe re dilîzin û wêneyan çêdikin, mamosteyên me ji me re baş in”.

Mala zarokan bi alîkariya rêxistineke Almanî hatiye vekirin û zarokên ku dê û bavê xwe winda kirine li wir dijîn.

Alîkarê Rêveberê Mala Herman Elyas Cemîl ji Rûdawê re ragihand ku nêzîkî 300 zarok di Mala Herman dimînin û eşkere kir ku berî niha nêzîkî 500 zarok li wê malê diman, lê bûye salek hinek ji wan derketin derveyî Iraqê.

Li mala Hêlîna Sêwiyan a li navçeya Şêxanê jî, ku sîstema wê cuda ye, 50 zarok têne perwerdekirin.

Hikûmeta Almanyayê piştgiriya projeya mala Hêlîn dike û ev proje heta ku zarokên li wê derê hemû qonaxên perwerdeyê temam bikin, dê berdewam bibe.

Rêveberê Mala Hêlîn Celal Kano ji Rûdawê re ragihand:  “Di 27ê Gulana 2016an de me ev xaniyê ewil vekir, piştî 6 mehan me xaniyê duyem vekir û piştî mehekê jî xaniyekî din vekir, bi taybetî ji bo rizgarbûyên ji destê DAIŞê, eger kes tine be xwedî li wan derkeve û zarok bin em wan digrin. Mesrefa wan hemû li ser me ye.”

Di encama êrişên DAIŞê bi ser Şingalê de 2745 zarok sêwî mane.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kurdên Êzidî li Laleş kareseta Şingalê bibîranîn

Lalish Duhok

5 jin û 3 zarokên êzidî ji DAIŞê hatine rizgarkirin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Mîrê Êzidiyan kir

Lalish Duhok