شبكة لالش الاعلامية

Bingehê laliş : em tevde pêşmergenê Kurdistanê ne

Bingehê laliş : em tevde pêşmergene jib o parastina axa Kudistanê

Veguhastin Çinar Şemo Qasim

Hevdem di gel barudoxê emnî û sîyansî yê îraqê rêzdar Mes’ud Barzanî serokê Kurdistanê ji xelkê Kurdistanê xwest berevanyê ji xak û destkeftên milletê xo bikin . bi vê yekê em jî wek desteya bilinda bingehê laliş û hemû tanyî û nvîsîngeh û cemawerê xo di berhevin weku pêşmergh berevanyê ji destkeftên milletê xo bikin ewên ku bi xuna şehîd û xuhdana pêşmergehan bi destve hatîn ,û her wesa em ji hemû kurdên êzidî di xwazin ku pêgîryeke yek car hebit jib o wê daxwaz cenabê serokî ji xelkê kurdistanê xwastî û hemû şîanan bi mezêxin bo harîkirina birayên pêşmergeh ji her alyekî ve çi ji alyê me’newî yan madî yan her frehember her metirsyekê li ser aramya kurdistanê . dîsan daxwazê ji birayên xo yên pêşmergehên kurdên êzidî yên xanenşîn kirî bi gazîya serokê xo ve rabin û li ax û netewa xwe xwedî derkevin .

Bê guman di rojanên şûreşa bizava rizgarîxwaza kurdistanê da deverên êzidîyan deverên sitratîjî bûn li ber sing girtina rijêmên dictator yên lid û hev di hatine ser desthelatê , lewma ji me tê xwastin li astê resenatya mina her car li rêza pêşyê bin ji bo her pilaneka serok û serkirdatya kurdistanê darêje pêşmergeh û fîdakar bin û jib o her pîlaneka nehezên kurdistanê bi rêsin em bikevne çeperê pêşîy û berhengar bin , qonax qonaxeka nazike û paşerojek geş li benda meye piştî pêşmergehê qehreman sinurê kurdistana başur zeft kirî êdî nêzîke ji her kinarê jîanê ve deverên me yên dabirandî vegerne  hembêza kurdistana dayk û xelkê me tena û tesel bijî li jêr alayê rengînê kurdistanê serketin û serferazîa êk car bara kurdistana delal be bi rêberya serok barzanî .

Şêx Şamo

Serokê destya bilinda bingehê laliş

Dihok 20/6/2014

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şandeke Nerwêcî seredana Desteya Bilnda Bingehê Laliş kir.

Lalish Duhok

Keçeke Kurda Amerîkî alîkariya Kurdên Êzidî dike

Lalish Duhok

Berêz “şêx şamo”pêşwazya dû qutabyên rojnamevanên welatê Suyd kir

Lalish Duhok