شبكة لالش الاعلامية

Viyan Dexîl: Heta niha ti nîşanek ji 3500 revandiyên êzîdî nehatiye dîtin!

Viyan Dexîl: Heta niha ti nîşanek ji 3500 revandiyên êzîdî nehatiye dîtin!

BasNews

Parlamentera êzîdî Viyan Dexîl dibêje, bi pêşdaçûna hêzên Iraqî di şerê Mûsilê de ti nîşanek ji revandiyên êzîdî nayê dîtin, ev me ditirsîne.

Parlamentera êzîdî û endama parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl, di daxuyaniyeke nivîskî de, ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, tirs û fikarên xwe li hember xuyanebûna wan êzîdiyên ku heta niha di destê DAIŞê de mane û hejmara wan derdora 3500 kes in, aniye ziman û gotiye, tê gotin ku roj bi roj hêzên Iraqî di şerê Mûsilê de pêşde diçin lê heta niha hejmarek gelekî kêm ji revandiyên êzîdî hatine rizgarkirin.

Viyan Dexîl daye xuyakirin ku li gorî agahiyên wan, bi sedan revandiyên êzîdî li Mûsil û Til Eferê hene û gotiye, hinek maye tevahiya Mûsilê were rizgarkirin lê hîn ti nîşanek ji 3500 revandiyên êzîdî nehatiye dîtin, ev me ditirsîne û nîgeran dike. Gelo DAIŞê ew birine kîj derê? Çi hatiye serê wan?

Dema çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê ya Kurdistana Başûr kirin, bi hezaran kurdên êzîdî revandin. Heta niha derdora 2800 jê hatine rizgarkirin lê hîn zêdetirî 3500 kes jî mane.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Duhok – 13 kargeh dê bên çêkirin û nêzîkî hezar derfetên kar dê ji bo xelkê peyda dibin

Lalish Duhok

Serok Barzanî 45.mîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê pîroz kir

Lalish Duhok

Hêzên Asayişê grûpeke DAIŞê girtin ku dixwestin li Hewlêrê êrişan pêk bînin

Lalish Duhok