Serok Barzanî pêşwazî li şêxê eşîra Şemer şêx Ebdullah Himêdî kir
BasNews – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şêxê eşîra Şemer, Ebdullah Himêdî Ecîl Yawer kir.
Serok Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî şêxê eşîra Şemer, şêx Ebdullah Himêdî Ecîl Yawer kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa xelkê rojavayê Dîcle û deverên sînorî yên Iraq û Sûriyê hat kirin.
Di beşeka din ya hevdîtinê de behsa gefên terorîstan û pêkvejiyana navbera pêkhateyên parêzgeha Mûsilê hat kirin.
Eşîra Şemer yek ji mezintirîn eşîrên ereb e ku li Iraq û Sûriye û Urdin, Umman, Qeter û Îmaratê hene.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî