WHO: Salane 1.7 milyon zarok ji ber pîsbûna jingehê dimirin
Waar media
Saxlemîya cîhanê di daxuyanîyekê da ragîhand; salane nêzîkî milyonek û heftsed hezar zarok ji egerê pîsbûna jîngehê li cîhanê, jîyanên xwe ji dest didin.
Li gorî du raportên rêxistina saxlemîya cîhanî, her sal ji egerê pîsbûna jîngehê, nêzîkî milyonek û heftsed hezar zarokên dibin jîyê pênc salîyê li cîhanê jîyanên xwe ji dest didin.
Aşkere jî kir; rêjeya herî mezin a wan zarokan ji egerê nexweşîyên tayê û zikçûnê jîyanên xwe ji dest didin.
Rêxistina saxlemîya cîhanî aşkere jî kir; salane pênsed û heftê hezar zarokên dibin jîyê pênc salîyê da, ji egerê wermîna endamên henasê, sêsed û şêst û yek hezar jî ji ber nebûna mercên paqijîya avê û zikçûnê, jîyanên xwe ji dest didin.
Post Views: 97
تُتاح هذه الصورة أيضا في:
Kurdî