شبكة لالش الاعلامية

Almanya wêneyê Ocelan û alayên PKK qedexe kir

Almanya wêneyê Ocelan û alayên PKK qedexe kir

BasNews

Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Thomas De Maizere ragehand, ku, bilindkirina alaya Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) û wêneyê Ebdulah Ocelan li wî welatî qedexe ne.

Li gor nûçeya K24ê belavkirî, îro Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Thomas De Maizere nameyek bo hemû dezgehên Asayîşê li 16e herêmên Almanyayê re şand, di nameyê de bilindkirina alaya Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) û wênerê Ebdulah Ocelan li çalakiyên wan li wî welatî qedexe kir.

Herwiha Wezîrê Navxwe yê Almanyayê ji bilî qedexekirina alaya PKK û wêneyên Ocelan 33 loko jî girêdayî bi wê partiyê hatin qedexekirin, da zanîn ku, her çalakiyek pabendiyê  bi vê birayê neke ew çalakî nayê lidarxistin û rêgirî lê tê girtin.

Biryaya Almanyayê di demekê de tê ku, Tirkiyê rexne lê girtibûn ku, Hikumeta Almanyayê rê li ber çalakiyên refrandûmê li wî welatî digre,  lê li ber çalakiyên PKK nagre.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li ser derxistina PKKê ji Şingalê, nakokî ketiye navbera Ebadî û Malikî

Lalish Duhok

Biden: Egera êrîşa kîmyayî ya Rûsyayê gefeke rasteqîn e

Lalish Duhok

Li Şêxanê 7 rojan şîna Mîrê Êzidiyan e

Lalish Duhok