شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke hevbeş a balyozên Fransa û Almanyayê kir

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke hevbeş a balyozên Fransa û Almanyayê kir

BasNews– Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Çileya 2023an, pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chovalier û Balyozê Almanya li Iraqê Martin Jaeger kir.

Di destpêka hevdîtinê de, balyozên her du welatan dan xuyakirin ku Fransa û Almanya bi hevbeşî giringiyê didin mijarên girîng ên navdewletî, bi taybetî rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û her du welat giringiyeke taybet didin aramî û bexteweriya Herêma Kurdistanê. Her wiha ji Serok Barzanî re dan zanîn ku Fransa û Almanya bi niyaz in ku navendeke hevbeş ya çandî li kelha Hewlêrê ava bikin, ew jî bi armanca pêşxistina pêwendiyên çandî, zanistî û neteweyî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanya û Fransa de.

Her di vê civînê de, Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi hevahengiya hevbeş a Almanya û Fransa li hember babetên navdewletî nîşan da û ew bi babeteke giring û bibandor zanî. Serok Barzanî biryara Parlementoya Almanyayê ya ji bo naskirina komkujiya Şingalê weke jenosîd, bilind nirxand û ev yek weke gaveke girîng û dîrokî da zanîn. Daxwaz kirî jî ji bo pêkanîna dadperweriyê û dermankirina birîna xwişk û birayên Êzidî, welatên din ên Yekîtiya Ewropayê jî biryarên bi vî rengî bidin.

Her di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya navçeyê û pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin û di derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî, şanda mêvan kêfxweşiya xwe nîşan da û ew atmosfera erênî ya di pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de heye, bi derfetek ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de zanî.

Rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê mijareke din a vê hevdîtinê bû û şanda mêvan dubare ku Fransa û Almanya li ser piştevanî, hevkarî û hevahengiya li gel Herêma Kurdistanê berdewam dibin.

Hêjayî gotinê ye ku di civînê de Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Olivier Dicotini amade bû.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi piştevanya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê rêka cot saydê Perstgeha Laliş hate vekirin

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mîrê Nû yê Êzidiyan kir

Lalish Duhok

bingehê laliş tayê Baedrê bîrewerya cil û bergên kurdewarî yên bab û kalan sax kirin

Lalish Duhok