شبكة لالش الاعلامية

Osman Guden: mal û komelên êzidya ne dewletin û her karekê‌ dikarin dikin bo xizmetkirna civakê‌ xo

Osman Guden berpirsê‌ mala Êziday li Elmanya: mal û komelên êzidya ne dewletin û her karekê‌ dikarin dikin bo xizmetkirna civakê‌ xo

Dîdar/ Bextyar Qadir

mal û komelên êzidya ne dewletin û her karekê‌ dikarin dikin bo xizmetkirna civakê‌ xo berprsê‌ mala Êzday li Kalkar ya grêdayî bajêrî Klve ser bi navçeya Dusldurf ve li welatê‌ Elmanya( Osman Guden)di dîdarekê‌ da bo rojnama Dengê‌ Laliş ragehand demê‌ penaberên Êzidî dêne bajêrê‌ me wek mal harîkarî û bi rêvebirna karûbarên wan radbin herwesa xelkê‌ me bi taybet yê‌ Şingalê‌ nekeftîne nav vê‌ şarstanyetê‌ da û jê‌ ne agehdarin ji wan ku malên êzidya li vêderê‌ dewletin û wesan berê‌ xo di denê‌ bi şêweyekê‌ giştî mal û komel karê‌ dikarn dikin û yê‌ nakin nikarin û bi erkê‌ xo rabuyne bo xizmetkirina civakê‌ Êzidya amaje da wê‌ çendê‌ ku mala Êziday wekî pirekê‌ ye dinavbera vir û herêma Kurdstanê‌ da.

Dîdar:Bextyar Qadir li dor vekirina mala Êziday li Kalkaru xizmeta pêşkêşî civakê‌ êzdya dikt(Osman Guden)dyar kir،li rêkkeftî 26/10/2014ê‌ mala Êziday ya kulturî û civakî bi fermî hate vekirin û berya vekirinê‌ di pirossa avakirnê‌ da bû li wî demî me gelek karên mezin û yên civakî û diblumasî bi rayedar û mirovên ku di dewleta Elman da dixebtin perlemantar û bajêrvanî û heta yê‌ dewletê‌ jî bi rêve diben bi wanra civîn û civînan bi wanra çêdikin bi taybet piştî hatna da’ş û vrde rewşa êzidya û kurdstanê‌ bi wan diden naskirin û wan dêxne xizmeta êzidya û kurd û kurdstanê‌ da tştê‌ j me têt wê‌ dikin di bwarê‌ diblumasî da em gelek kar û civîn û heta weku konfransa çêdkn û taybet rewşa kurd û kurdstanê‌ û êzidyên Şingalê‌ em hertm di dene naskirn û jwanra şrove dikn herwesa dibwarê‌ civakî da hemû rojên êk şembûya zarokên êzidyan dêne malê‌ em zimanê‌ deykê‌ yê‌ kurdî û çand û ol û kultor û welatê‌ wan nîşa wan dikeyn ku êizdî kîne û çîne û çima livrn û çi dikin bi van renga perwerde dikin û malbat dicivn û hev nas dikn û nêzîkî êk dibn û têklyên wan xortir dibin û gava Elman û berprsê‌ bajêr dixwazn tştekî derheqê‌ êzidya nas bikin li gor karîna xo wan agehdar dikin.

derbarey harîkarî kirina penaberên Êzidî got:gelek êzdyên me li vê‌ paşyê‌ hatîne û bi taybet yên şingalê‌ û şêxanê‌ ku zêdetr yên şingalê‌ bûn gava dêne bajêrê‌ me em bikarê‌ wan radibn heta kaxezên wan çêdbin û karê‌ wan brêve diçt, penaberên Êizdî yên noke herêkê‌ malbatek û pitr jî heyne û bi karê‌ rêvebrna karubarên wan radbn yên kes nebt û malên êzidya dema pê‌ agehdar dibn bi penaberan bi karê‌ wan radbn wek rê‌ li wan ve dikn û nîşê‌ diden û wan dbene cihê‌ karê‌ wan yê‌ rojane yê‌ civakî tê‌ bi rêvebirn û sosyale û nojdaran û nexoşxanan û nvîsîngehan bi vî eawayî harîkarya wan dkeyn ,gelek êzidyên me helbet yên şingalê‌ ku kiç û xort herêk ji hev durn bi doratya 100 kîlometran ku hevjînya xo çêkn li vêderê‌ weke mal em şahde dînn û kaxezên wan çêdikn û tê‌ qebûlkirin ji alyê‌ dezgehê‌ hikûmetê‌ ve yê‌ bajêr ve.

sebaret karên malên êzidya bi şêweyekê‌ giştî li elmanya(Guden)dibêjt:em nedewletin lê‌ ji alyê‌ dî ve em dbînn civata me ya êzidya bi taybet yên ji şingal û gundan dên yên ku nekeftîne nav şarstanyetê‌ da gelek ji şarstanyê‌ ne agehdarn jiwan ku malên êzidya li vêderê‌ dewletn û wesan berê‌ xo û çavê‌ xo didenê‌ jber wê‌ gava dema eu wek dewlet berê‌ xo bidene malên êzidya û em jî bêjîn em ne dewletin û rastî jî em nedewletin dîsan her tişt bi abûrî ve grêdaye û eger abûr nebit nikarîn diblumasyê‌ jî bkeyn gotnên xelkê‌ me belkî j alyê‌ wan ve rast bin û em ji wanra dibêjn em bi dewletê‌ ra kar dikin ku karê‌ wan bi rêve biçt , ez dibêjm êzidyên li vêderê‌ mal û komel bi erkê‌ xo rabuyne bo xizmetkirina civakê‌ êzidya û malên êzidya tiştê‌ karin dikn û yê‌ nakin nikarin çi li navçeya Dusldurf yan li çend navçeyên dî jî li welat.

herwesa li dor jimara êzidyan li navçeya Dusldurf، berprsê‌ mala Êziday ragehand, navçeya Dusldurf gelek mezine belkî 300 hezar êzidî hebin û li bajêrê‌ Klêve û derdoran yê‌ bajêrê‌ mezin yê‌ em pêve grêdayî nêzîkî şeş bo heft hezar êzidî hene û li bajêrê‌ Kalkar nêzîkî 314 êzidî têdane.

li dawyê‌ û derbarey hemahengya malê‌ digel sazyên êzidya li herêma kurdstanê‌ navhatî aşkera kir , mala Êziday wekî pirekê‌ ye dinavbera vir û Kurdstanê‌ da û bi Lalşa Nûranî ve û civata Rohanî û Desteya Bilnda Bingehê‌ Laliş grêdayî wan ve û Kurdstanê‌ xo dibînn û van her sê‌ dezgeha ji xora pîroz di bînn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî: Ne hevgirtin û ne cûdabûn bi zorê çênabe

Lalish Duhok

Qasim Dirbo: Êzîdiyên nav PKKê encumena xwe hilweşandin

Lalish Duhok

Bingehê laliş : birîndar kirina hestê Êzidya nayê qebul kirin

Lalish Duhok