“Şêx Şamo”seredana Qutabxana (Ronahî/teaxî) li komelgeha Xankê kir
tora laliş ya ragehandinê
îro roja pêncşemê22\12\2016 berêz “şêx şamo” endamê perlemanê kurdstanê û serokê desteya bilnda bingehê laliş ،seredana qutabxana (ronahî/teaxî) li komelgeha xankê kir û ji alyê kargêrya qutabxanê ve bi germî hate pêşwazîkrin.
di seredana xo de berêz”şêx şamo” ji nêzîk ve haydarî rewşa qutabxanê bi şêweyekê giştî bû û di dîdarekê de ligel kargêrya qutabxanê pştevanya xo bo pêşvebirn û rêvebrna qutabxananê dûpatkir û guhdarî li gile û gazndên wan kir daku ev prose bi serkeftyane bi rêve biçe.
jilayekê dîve “şêx şamo” di peyvekê da bo qutabyan dyarkir û got: pêtviye wireya we ya bilnd be û raste barudoxê we yê di jyaneka sext û dijwar û awareyê de derbaz dibe،belê îrada qutabyên me li sala borî da û noke jî bihêztre jivê çendê û daxwaza serkeftnê bo wan kir û piştevanya xo bo wan û mamostayan dûpatkir bo wê yekê bikarin saleka serkeftî û pile û encamên baş temam bibe.
li dawyê jî mamosta û kargêrya qutabxanê supasya”şêx şamo”kirin ku her ji destpêka vê qutabxanê bi piştevanya serokê hikumeta herêmê rêzdar “nêçîrvan barzanî” dirêxî nekirye di piştevanî û serrast kirna kêmasyan de û çavdêryeka berdewam bo arîşên me krîne،daku bi serkeftyane xizmeta qutabyan bikeyn.
bo zanîn eve dûsale qutabxanên taxî bi piştevanya hikûmeta herêma kurdistanê hatîne vekrin û divan dû salên borî de çarenvîsê zêdetr ji 3 hezar qutabyên êzdî yên pola dwazdê qurtal krîne û qonaxa qutabxanê temam krîne û bo zanko û peymangehên herêmê hatîne veguhastin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
