شبكة لالش الاعلامية

şêx şamo seredana qutabxana (şingal -teaxî) li qeza zaxo kir

şêx şamo seredana Qutabxana (şingal -teaxî) li qeza zaxo kir

tora laliş ya ragehandinê‌

îro roja yekşembê 18\12\2016 berêz şêx şamo endamê perlemanê kurdistanê û serokê desteya bilinda bingehê laliş , seredana qutabxana (şingal- teaxî) li qeza zaxo kir û ji alyê kargêrya qutabxanê ve bi germî hate pêşwazî kirin .

li seredana xwe de berêz ş êx şamo ji nêz ve haîdarî rewşa xwandingehê bi şêwekî giştî bû û di dîdarekê de li gel kargêrya xwandingehê piştevanya xwe bo pêşve birina xwandingehê dûpat kir û gwehdarî li gile û gazindên wan kir daku ev pirose bi serkeftyane bi rêve biçe.

ji alyek din ve şêx şamo seredana çend pola kir u di kurte peyvekê de bo qutabyan dyar kir ku pêtvye wereya we bilind be u raste barudoxê we ye di jyaneke sext û dijwar uû awareyê de derbaz dibe , belê îrada qutabyên me li sala borî da û nuke jî bi hêztire ji vê çendê û daxwaza serkeftinê bo wan mamostayan dûpat kir bo wê yekê bikarn saleke serkeftyane û pile û encamên baş temam bibe .

li dawyê jîmamosta ûkargêrya qutabxanê supasya şêx şamo kirin ku her ji destpêka vê qutabxanê bi piştevanya serokê hikumeta herêmê rêzdar nêçrvan barzanî dirêxî ne kirye di pishtevanî û ser rast kirina kêmasyan de û çavdêryeka berdewam bo arîşên me kirine , daku bi serkeftyane xizmeta qutabyan bikin .

bo zanîn eve dû sale qutabxanên xundina zimanê arebî bi piştevanya hikumeta herêma kurdistanê hatine vekirin û di van dû salên borî de çarenivîsê zêdetir ji 3 hezar êzidî yên pola duazdê qurtal kirine u qunaxa qutabxane temam kirine û bo zanko û peymangehên herêmê hatine veguhastin

15621907_1092819247482649_8064172591492498841_n 15492172_1092819060816001_4674553285905557867_n 15542433_1092819100815997_1562929214615877753_n 15622633_1092819070816000_6890278677197671905_n 15622760_1092819250815982_2209605623000872461_n

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kêmbûna asta ava Bendava Mûsilê goristaneke dîrokî ya Kurdên Êzidî derxiste holê

Lalish Duhok

Erebên hawirde li gundê Kurdên Êzidî zeviyên zeytûnan talan kirin

Lalish Duhok

“Elî Atlan” seredana bingehê‌ laliş kir û rewşa noke ya êzidyan di gel berêz”Şêx Şamo”gengeşekir

Lalish Duhok