شبكة لالش الاعلامية

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmeta bibe ber bi Dubeyî ve birê ket

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmeta bibe ber bi Dubeyî ve birê ket

BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12.02.2023yê ji bo beşdarî bike li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan, bi serokatiya şandeke hikûmetî ve ber bi Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) ve bi rê ket. Hat ragehandin ew lûtke dê roja 13ê Sibatê li Dubeyî were lidarxistin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel beşdariya li wê lûtkeyê, dê gelek hevdîtinan li gel berpirs, rayedar, bîrmend û karsazên ereb, herêmî û navdewletî pêk bîne.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan her sal li Dubeyî tê lidarxistin û îsal dê zêdetir ji 20 serok û serokwezîr û 250 wezîr û bi hezaran berpirsên hikûmetan tê de beşdar bibin.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Sibe dû sal bi ser girtina DAIŞê li Şingalê derbas dibe û hêj jî bi dehan keç û jinên Kurdên Êzdî di destê DAIŞê dene.

Lalish Duhok

Cara yekem li Herêma Kurdistanê konsereke operayê hat lidarxistin

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li nûnerên parêzgeha Neynewa li Parlamentoya Iraqê kir

Lalish Duhok