شبكة لالش الاعلامية

Di cejnê de zêdetirî 140 hezar geştiyar hatine Herêma Kurdistanê

Di cejnê de zêdetirî 140 hezar geştiyar hatine Herêma Kurdistanê

Rûdaw

Desteya Giştî ya Geştiyariya Herêma Kurdistanê eşkere kir, ku di 4 rojên derbasbûyî de zêdetirî 140 hezar geştiyaran hatine Herêma Kurdistanê. Desteya Geştiyariyê diyar dike, ku hinek projeyên geştiyariyê hatine amadekirin û plan dikin îsal 2 milyon geştyar werin Kurdistanê.

Desteya Giştî ya Geştiyariya Herêma Kurdistanê amaje bi bilindbûna hejmara geştiyaran dike û dibêje: “Westiyan û pêşkeftin bûne sedema bilindbûna hejmara geştiyaran. Tenê di navbera 23 û 26ê hezîran3e de zêdetirî  140 hezar geştyar hatine Herêma Kurdistanê.”

Sala derbasbûyî di Cejna Remezanê de, 122 hezar geştyar hatibûne Herêma Kurdistanê. Desteya Giştî ya Geştiyariya Herêma Kurdistanê pêşbînî dike, heta dawiya îsal, hejmara geştiyaran bigihe 2 milyon kesan.

Desteya Giştî ya Geştiyariya Herêma Kurdistanê dide zanîn, hewldanên vejandin û geşkirina kerta keştiyariyê, li ser hîmê plana stratejîk a Desteya Geştiyariyê, bi piştgiriya Serokweîzê Herêma Kurdistanê û bi serpereştiya Wezarî Bajêrvanî dê berdewam bibe. Di vê çarçoveyê de dê li herêmên Bêxal Kanî Maran û Geliyê Elî Begê, hejmareke din a projeyan were cîbicîkirin.

Li gorî ragihandina Desteya Giştî ya Geştiyariya Herêma Kurdistanê, çend rojên pêşiya me de dê projeyên Ehmedava û Serdingê werin cîbicîkirin.

Desteya Giştî ya Geştiyariya Herêma Kurdistanê sedema bilindbûna hejmara geştiyaran bi kar û çalakiyên cur bi cur ên weke konferans, pêşangehên geştiyariyê, dîdarên kompanyayan, workshop û karên din ve girêdide û diyar dike, hemû sazî û dezgehên hikûmî û yên ewlekariyê jî palpiştê vê yekê bûne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

NY: Nêzîkî 2 milyon welatiyên Sûriyê aware bûne

Lalish Duhok

DAIŞê êrîşî du gundên Mexmûrê kirin û 3 welatî şehîd bûn

Lalish Duhok

Mistefa Kazmî bo Rûdawê: Em helwesta PKKê red dikin

Lalish Duhok