Nêçîrvan Barzanî: Em piştevaniya temam bo rojnamevanan dûpat dikin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 123 saliya roja Rojnamevaniya Kurdî û 23 saliya damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, pîrozbahî li rojnemevanan û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê kir û got, “Em piştevaniya xwe ya temam rojnamevanan û baweriya neguherî ya bi azadiya rojnamegerî û raderbirînê wekî bingeheke serekî ya her civakeke demokrat û azadîxwaz, dûpat dikin.”
Îro, 22.04.2021, hevdem li gel derketina yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistanê ku 123 sal di ser wê rojê re derbas bûn, 23 sal jî di ser damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê re derbas dibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek peyamek bi di bîranîna wê rojê de belav kir û ragihand, “Rexsandina jîngeheke aram û baş û handerê rojnamevanan û gihîştina wan ya bi çavkaniyên zanyarî û veguhestina dûrî her cûre berbestek, zamine ji bo wê yekê ku karê rojnamegeriyê bikare erkê xwe yê li hişyarkirina raya giştî û rola çavdêrane ya li ser karê dam û dezgehan ve bi cûreyek bibîne ku bibe hevbeşeke bi bandor ya di proseya avakirin û geşkirina demokrasî û civakê de.”
Parlamentoya Kurdistanê di kombûna roja 21/04/2021 de bi 101 dengan pêşniyazbiryara Roja Rojnamevaniya Kurdî pesend kir û roja 22ê Nîsanê wek Roja Rojnamevaniya Kurdî nasand.
Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember biryara Parlamentoya Kurdistanê derbirî û got, “Em xweşhal in ku duh Parlamentoya Kurdistanê biryara ji bo bi fermî nasandina 22yê nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî derxist û di vê bîranînê de em silav û hûrmet ji bo giyanê Mîr Mîqdad Medhet Bedirxanê pêşeng û wan hemû rojnamevanan re dişînîn ku jiyan û pîşeya xwe xistin xizmeta azadî û pêşketina gelê xwe û bi navê gihandina rastî û geşepêdana rojnamegeriya Kurdî giyanê xwe spartin. Hêvîdar im em bîranînên paşerojê bi hev re û di rewşeke baştir de bikin.”
Di beşeke din a peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Em bi çaveke rêz ve li rola wan rêxistinên navdewletî û navxweyî dinêrin ku bi rastgoyî û emanetê ve çavdêriya azadiya rojnamegerî û raderbirîna li Herêma Kurdistanê dikin, em raportên wan yên yarmetîder û rênîşander bi bihêzkirina bingeha û parastina azadiyan de dinirxînîn.”
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê radigihîne, “Her di vê helkeftê de dilgiraniya xwe ya kûr ji wê diyardeya biyanî û wî zimanê astnizm derdibrim ku mixabin li beşeke medya û medya ya civakî ya Kurdistanê da serî hildaye.”
Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê di bîranîna Roja Rojnamevaniya Kurdî de;
Di bîranîna (123) saliya roja rojnamegeriya Kurdî û (23) saliya damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê de, pîrozbahiyê li rojnamevan û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dikim, hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim. Piştevaniyeke tevahî ji bo rojnamevanan û baweriya me ya neguheriya bi azadiya rojnamegerî û raderbirînê wekî bingeheke serekî ya her civakeke demokrat û azadîxwaz, dûpat dikin.
Rexsandina jîngeheke aram û baş û handerê rojnamevanan û gihîştina wan ya bi çavkaniyên zanyarî û veguhestina dûrî her cûre berbestek, zamine ji bo wê yekê ku karê rojnamegeriyê bikarê erkê xwe yê li hişyarkirina raya giştî û rola çavdêraneya li ser karê dam û dezgehan ve bi cûreyek bibine ku bibe hevbeşeke bi bandor ya di proseya avakirin û geşkirina demokrasî û civakê de.
Em çaverê ne rojnamevan berpirsiyarane û pîşeyiyane, bi ber çav girtina yasayan û bihayên pîşe û karên rojnamevaniyê û pêverên navdewletî, bi rastgoyî, hevseng û bê alî, karê xwe bikin û parastina aştiya civakî û aramiya siyasî û berjewendiyên bilindên gel û welatê xwe li ber çav bigrin. Her binpêkariyeke warê rojnamevaniyê, divê bi yasaya rojnamegeriya li kurdistanê de muamele li gel da bê kirin.
Bi çaveke rêz ve li rola wan rêxistinên navdewletî û navxweyiyan dinêrin ku bi rastgoyî û emanetê ve çavdêriya azadiya rojnamegerî û raderbirîna li Herêma Kurdistanê dikin, raportên wan yên yarmetîder û rênîşander bi bihêzkirina bingeha û parastina azadiyan de dinirxînîn.
Her di vê helkeftê de dilgiraniya xwe ya kûr ji wê diyardeya biyanî û wî zimanê astnizm derdibrim ku mixabin li beşeke medya û medya ya civakî ya Kurdistanê da serî hildaye, ku zimaneke namo û xerîb bi akar û kevneşopiyên civaka Kurdistanê û bi dîrok û kelepûra giran ya rojnamegeriya Kurdî û dûrî li hemû etîk û bihayeke rojnamevaniyê ye. Divê bi hewla hemû aliyek sînor û tixûbek ji bo wê diyardeyê bê danîn û bi dawî bibe.
Xweşhal in ku duh Parlemena Kurdistanê biryarê ji bo bi fermî nasandina 22yê Nîsanê wekî roja rojnamegeriya Kurdî derxist û li vê bîranînê de silav û hûrmet ji bo giyanê Mîr Mîqdad Medhet Bedirxanê pêşeng û wan hemû rojnamevanan re dişînîn ku jiyan û pîşeya xwe xistin xizmeta azadî û pêşketina gelê xwe û bi navê gihandina rastî û geşepêdana rojnamegeriya Kurdî da giyanê xwe spartin. Hêvîdarim bîranînên paşerojê hevre û li rewşeke baştir da bikin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22.04.2021
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
