شبكة لالش الاعلامية

Parlementereka êzîdî: Komên çekdar li Şingalê hêzên xwe sê qatan zêde kirine

Parlementereka êzîdî: Komên çekdar li Şingalê hêzên xwe sê qatan zêde kirine

BasNews – Parlementereka êzîdî dibêje, komên çekdar yên li Şingalê li şûna ku hêzên xwe ji Şingalê derxînin, hêzên xwe sê qatan zêde kirine.

Parlementera êzîdî li parlementoya Iraqê, Xalîde Xelîl ji BasNewsê re got, heta niha hikûmeta Iraqê di çareserkirina dosyeya Şingalê de cidî nîne. 6 meh bi ser rêkeftina Şingalê re derbas bûye lê hîn hikûmeta Iraqê ti gavek bo bicîhanîna wê rêkeftinê nehavêtiye. Berovajî rêkeftinê, komên çekdar hêzên xwe sê qatan zêde kirine.

Wê parlementera kurda êzîdî anî ziman, li gorî rêkeftina Şingalê divê tevahiya milîs û çekdarên ne qanûnî ji Şingalê derkevin û got, lê mixabin nek ji Şingalê derneketine, belkî hêzên xwe sê qatan jî zêde kirine.

Wê parlementera êzîdî da xuyakirin jî, divê rêkeftina Şingalê bi lez were bicîhanîn û hêzên ne qanûnî ji Şingalê derkevin çimkî xelkê Şingalê 6 sal e di nav xîvetan de dijîn. Ji ber wê jî divê hemû aliyek hewla aramkirina rewşa Şingalê bide da ku xelk bikaribe vegere ser cih û warê xwe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Du jin û zarokekî Kurd ên Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Lalish Duhok

“292 êzîdiyên koçber bûne” ji kampên Dihokê bo Şingalê vegeriyan.

Lalish Duhok

Dîzayn û çêkirina peyçan di workşopekê de tê behis kirin

Lalish Duhok