Serokê desteya bilinda bingehê laliş li Duhokê , pêşwazî li reveberê perwerda Şingal û mamostayên qutabxanên Birayetî kir
Çinar Şemo \LMN
Îro li rekeftî 31\10\2016 ê , reveberê perwerda Şingalê û mamostayên qutabxanên Birayetî seredana bingehê laliş li duhokê kirin û ji alyê berêz Şêx Şamo serokê desteya bilinda bingehê laliş ve hatine pêşwazî kirin .
Di civînê de rêveberê perwerda Şingal û mamostayan supasya serokê hikumeta herêmê û nivîsyngeha wî û serokê bingehê laliş kir bo hevkaryê li gel perwerdê, jibo vekirina Qutabxana (Taxy ya xundina Arabî)û piştevaniya wan ya berdewam bo texa xwendekaran û perwerdê û gotin li sala borî û ev sale jî texsîry ji mera ne kirine û de li wî astî bin û xizmeta xwendekaran û komelgeha xoda bin bi şêwekê giştî , li beramber de Şêx Şamo dest xweşî li reveberê perwerda Şingal û kadir û mamosta û reveberên qutabxanên Birayetî kirin , ewên ku li sala çoî de li tengrtina kawdan da Karîn paşeroja pitr ji hezar xwendekaran xwedî derkevin û karwanê xwandina wan nehêlan were sekinandin û derencam de pileyên here baş bi dest xistin .
Ji alyekî din ve , seroke bingehê laliş dyar kir , me bi erkê xwe zanî ye ev sale ji ji serokê hikumeta xo ya heremê bixwazin , ev qutabxane ye berdewam be da ev xwendekarên me ji xwandinê bê behr nebin û di encam de îro rezamendî hatye û de li jer sîbera perwerda Şingal bi Fermî karê xwe bike .
Herwisa çendîn kêmasî û kêşe û girft yên di wergrtina qutabyan de heyin hatin behs kirin , ji alyê xweve Şêxî sozda li pey pêçêbuna xwe kar bike li gel cihên peywendîdar bo nehêlana arîşan li van qutabxanan , da qutabî xwandina xo serkeftyane bibin sera , li hember vê çendê mamostayan sozda ewa bikarin di xizmet da bin û berpirsane kare xwe encam bidin

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
