شبكة لالش الاعلامية

Amerîka amadekariya sizadana Belarusê dike

Amerîka amadekariya sizadana Belarusê dike

Hewlêr (Rûdaw) Ji ber krîza koçberan a li ser sînorê Polandê, Amerîka biryar daye Belarusê ceza bike. Sedema cezayan jî helwesta hikûmeta Belarus a nemirovî ye.

Bi sedema krîza koçberan a li ser sînorê Belarus-Polandê, givaşên navdewletî li ser hikûemta Belarusê zêde dibin. Mînsk bi wê yekê tê tometbarkirin ku bi zanebûn koçberan li ser sînorê Polandê kom dike.

Berdevkê Wezareta Derve a Amerîkayê Ned Price ragihandiye, ji ber helwesta nemirovî ya hikûmeta Belarusê ew bi hemahengî li gel Yekîtiya Ewropayê û hevpeymanên din, amadekariya danîna dorpêçan û sepandina sizayan li ser Belarusê dikin.

Price gotiye, divê rêveberiya di bin serokatiya Alexander Lukaşenko de, berpirsyariya êrîşên li hemberî demokrasî, mafên mirov û prensîbên navdewletî hilgire.

Bi hezaran koçberên ku ji Afrîka û Rojhilata Navîn derketine, ji bo derbasî welatên YE bibin, ew çend heftî ne ku li ser sînorê Belarus û Polandê kom bûne û heta niha 8 koçberan canê xwe ji dest dane û ji ber daketina pileyên germayê tirs heye ku karesateke mirovî çêbibe.

Hikûmeta Belarus li devera sînorî rewşa awarte ragihandiye û nahêle rêxistinên mirovî û rojnamevan jî nêzîkî wir bibin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Mereşê erdhejêke nû çê bû

Lalish Duhok

Erebê Şemo nivîskarê yekemîn romana kurdî îro 45 sal berê koça dawî kir

Lalish Duhok

PDKê navên kandîdên xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê aşkere kirin

Lalish Duhok