شبكة لالش الاعلامية

Sibe dû sal bi ser girtina DAIŞê li Şingalê derbas dibe û hêj jî bi dehan keç û jinên Kurdên Êzdî di destê DAIŞê dene.

Sibe dû sal bi ser girtina DAIŞê li Şingalê derbas dibe û hêj jî bi dehan keç û jinên Kurdên Êzdî di destê DAIŞê dene.

 Çavkanî :Rudaw

Piştî ku 3yê Tebaxa 2014an DAIŞ ket Şingalê, bi hezaran kes ji Kurdên Êzidî reviyabûn Çiyayê Şingalê û xwe ji destên çekdarên DAIŞê rizgarkirin.

Çiya Şingalê bû sitara herîn girîng a Kurdên Êzidî.

Kesên ku bi mucîze jî ji destê DAIŞê rizgarbûne behsa çîroka malwêraniya xwe dikin.

Heya niha jî hejmarek zêde ji xelkê Şingalê li ser Çiyayê Şingalê mane û li wir bicî bûne û ji nû ve dest bi jiyanê kirine.

Çekdarên DAIŞê di 3ê heyvaTebaxa sala borî de êrişî Şingalê kirin û ew dever kontrol kirin. Piştre di roja 17ê Berfanbara sala 2014an de hêza pêşmerge ya Kurdistanê bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî opersiyona rizgarkirina Şingalê dest pê kir û di demek zû de karî beşek mezin ji navçeyê, çiyayê Şingalê û nîvê bajarê Şingalê ji dest çekdarên DAIŞê azad bike.

Herwiha di êvariya roja 20ê Berfanbar a 2014an de Hêzên Pêşmerge gihîşt çiyayê Şingalê û ber bi navenda bajarê Şingalê pêşde çûn.

Şingal 13ê Mijdara 2015an ji aliyê hêza pêşmerge bi hevkariya balafirîn hevpeymanan hat kontrolkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Desteya Bilinda Bingehê Laliş pişikdarî civîna Mîrê Êzidiyan bû

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Koreyê kir

Lalish Duhok

Konfiransa Jînosayîda Şingal li M.Ê.Oldenburg bi rêve çû

Lalish Duhok