DAIŞê bi zarokên çekdar 5 dîlên Kurd şehîd kirin
Rêxistina DAIŞê bi rêya 5 zarokên çekdar ên ser bi wê rêxistinê ve 5 êxsîrên Kurd şehîd kirin.
Îro înê rêxistina DAIŞê vîdyoyek belav kir, ku li gorî vê vîdyoyê 5 Kurd ji aliyê çekdarên zarok ên girêdayî wê rêxistinê ve tên şehîdkirin.
Di vîdyoyê de tê xuyakirin, ku 5 zarokên çekdar ên DAIŞê bi demançeyê gulle di serê her 5 êxsîrên Kurd de diteqînin û wan şehîd dikin.
DAIŞê di vîdyoya belavkirî de daye xuyakirin, ku ew 5 zarok her yek ji neteweyek cuda ye û li gorî zanyariyên di vîdyoyê de, yek ji zarokên bikuj, bi esil Kurd e.
Di vîdyoyê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin, ku her 5 dîl Kurd in û li bajarê Reqa yê Sûriyê ku weke paytexta DAIŞê tê naskirin, hatine şehîdkirin.
DAIŞê amaje bi nasnameya wan kurdên şehîdkirî nekiriye, herwiha ti zanyarî belav nekiriye, ku ew kengê û li kuderê wek dîl ketine destê çekdarên wê rêxistinê.
DAIŞê pêştir jî çend vîdyoyên şehîdkirina Pêşmergeyan û şervanên Rojavayê Kurdistanê belav kiribû.
Rûdaw ji ber li ber çav girtina hest û soza hevwelatiyan, rêzgirtin li pêşmergeyên şehîdkirî û pabendbûn b exlaq û prensîpên rojnamevanî vîdyoyê belav nake.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
