شبكة لالش الاعلامية

Barzanî hewldanê rijd jibo Şingalê bike parêzgeh dide

Barzanî hewldanê rijd jibo Şingalê bike parêzgeh dide

 Çavkanî :BasNews

Nûnerê Kurdên Êzidî di parlemanê Kurdistanê de Şêx Şamo amaje bi wê yekê kir ku, piştevaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jibo ku Şingal bibe parêzgeh wan dilxweş dike.

Şêx Şamo ji BasNews re ragehand: “Barzanî hewldanên xwe dide ku riyek yasayî bibîne jibo Şingalê bibe parêzgeh, lêbelê niha astengiyên yasayî hene, jiber ew navçe ser bi madeya 140 a destûrê Iraqê ve ye.”

Navborî got jî: “Barzanî jibo vê mijarê dixwaze çareyekê bibîne, ew bi temamî piştevaniya bûna Şingalê bi parêzgeh dike ev yek jî Kurdên Êzidî dixweş dike.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şarya.. sazkirina wrkşopekê li dor bihêzkirina şiyanên kiçan

Lalish Duhok

Zarokeke Êzidî 22 mehan di dest DAIŞê de ma

Lalish Duhok

Dadgeha Duhokê ji bo kujerê keça Êzdî Axîna 6 salî û bavê wê biryara darvekirinê da

Lalish Duhok