شبكة لالش الاعلامية

Desteya blinda bingehê laliş pertokek li dor karesata şingal weşand

Desteya blinda bingehê laliş pertokek li dor karesata şingal weşand

Cemal Kudî \ LMN
bi helkefta bîranîna diwê ya karesata şingal lijna vekolîna ya ser bi desteya bilinda bingehê laliş pertokek bi navê karesata şingal weşand ev pertok rêzbenda 32 ji zincîra çapemenyêt desteya bilinda bingehê laliş dihokê û 600 lapere pêk dêt bi serperiştiya berêz şêx şamo serokê desteya blinda bingehî û berêz Şemo Qasim berpirsê lijna rewşenbîrî ya bingehî , derhênana honerî ya pertokê ji layê Şivan Silêman û berg ji layê kovan xankî ve hatîn çêkirin li çabxana hawar , sebah cibur pêdeçona zimanî kirye .
pertok 21 vekoîna bixo ve di girit û bi buyerên karesata şingal ve di girêday ne ew ya li 3-8-2014 ruday ew jî kuştin û girtin û êxsîrkirna mirova û sotin û wêran kirna Mezargêh gundên êzidyan û talankirna mal û milkê êzidya li layê Da’ş li devera şingal jibilî sedeha serhatiyên keç û jin û zarokên keftîne destê tîroristên da’ş , her wesa di pertokê de vekolîn li dor hokarê keftina şingal û Asoyên paşeroja wê û bizavên hatîne kirin bo cînosaîd nasandina wê hatîne nivîsîn , zedbarî rolê ragehandinê û babetên girêday kartêkirna derunî liser civakê êzidî , û li nêzîk ev pertok bi şêwê elktronî li tora laliş dê belav bit .

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo: Hikumeta Îrakê tinê soz u dilovaniyê didin Êzidyan lê bi piraktîk u li ser Erdê tiştek ji bo Êzidyan nakin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Em dê soza xwe ya ji bo paşerojekî dîjîtal û Kurdistanekî bihêztir bicîh bînin

Lalish Duhok

Şingal – Gorreka bi kom ya kurdên êzîdî hat şewitandin

Lalish Duhok