شبكة لالش الاعلامية

PKKê li Şingalê “Baxçeya APO” ava kir

PKKê li Şingalê “Baxçeya APO” ava kir

Çavkanî :RUDAW

Gerîlayên HPGê ku baskê leşkerî yê PKKê ye, li Şingalê baxçeyek bi navê Baxçeya Serok Apo çê kirine û wêneyên gerîla û şervanên ku di 2 salên borî de li Şingalê şehîd bûne, li wir danîne.

Hejmarek gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) heyama 2 salan dibe ku li navçeya Şingalê ne.

Baregeheka HPGê li devera Kersê ya li rojhialtê Çiyayê Şingalê ye. Gerîalyên HPGê li wê derê baxçeyek wek monomênetekê çê kirine û navê wê kirine Baxçeya Serok Apo.

Li wê baxçeyê wêneyên hemû wan gerîla û şervanan hatiye danîn, ku di heyama 2 salên borî de li navçeya Şingalê û di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûne.

Fermandeyê Giştî yê HPGê li Çiyayê Şingalê Egîd Civiyan dibêje: “Di heyama 2 salên borî de 215 gerîla li Şingalê û derdora wê şehîd ketine.”

20160804_122725 20160804_122817 20160804_122833 20160804_122915 20160804_124341

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Netewên Yekgirtî: Dê 2 milyon û 300 hezar Îraqîyên din aware bin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş harîkaryên mirovî li ser 100pekkeftî û xêzanên kem deramet belavkirin

Lalish Duhok

Mustefa Reşîd :Pêşgotina Mijara Mîtraîzmê

Lalish Duhok