شبكة لالش الاعلامية

Êmînkî: PDK ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê amade ye

Êmînkî: PDK ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê amade ye

Hewlêr (K24) – Li ser amadekariyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, Endamê Polîtburoya PDKê Cehfer Êmînkî ragihand: “Em weke rêxistinên PDKê, me dest bi helmeta hilbijartinan kiriye û prose berdewam e û namzetên me karên xwe dikin.”

Endamê Polîtburoya PDKê Cehfer Êmînkî diyar kir ku ligel Neteweyên Yekbûyî û saziyên hikûmetê, hewla asayîkirina rewşa deverêb Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê didin û li ser vê mijarê encamên baş bi dest xistine.

Cehfer Êmînkî destnîşan kir; PDK li Neynewa, Wankê, Mexmûr, rojavayê Dîcleyê, Xaneqîn û Kerkûkê baregehên xwe vedike, loma amade ye ku beşdariyeke aktîv di van hilbijartinan de bike û encamên baş bi dest bixe.

Êmînkî ragihand: “Em di wê baweriyê de ne ku ti astengek ji bo rêxistinên PDKê neyê çêkirin, çimkî li Bexdayê li desthilata herî bilind, soz dane PDKê ku hemahengî encam bidin, herwiha li Şingalê PKK nikare rêgirî li hember rêxistinên PDKê bike.”

Endamê Polîtburoya PDKê destnîşan kir: “PDK ku xwedî pêgeheke bihêz a siyasî ye, xwe diparêze, em hêvî dikin ev hilbijartin bibe zemînsaziya îstiqrara Iraqê.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Hewlêrê ahenga îmzekirina pirtûkeke li ser 7 jinên Kurdên Êzidî birêve çû

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê ti carî rê nade Iraq vegere serdema dîktatoriyê

Lalish Duhok

Li Hewlêrê bi boneya Roja Cîhanî ya Jêhatîbûna Ciwanan çalakiyek hat sazkirin

Lalish Duhok