شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Ciwanên me siberoja Kurdistanê neMesrûr Barzanî: Ciwanên me siberoja Kurdistanê ne

Mesrûr Barzanî: Ciwanên me siberoja Kurdistanê ne

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 12ê Tebaxê Roja Navdewletî ya Ciwanan pîroz kir.

Îro 12ê Tebaxê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke Roja Navdewletî ya Ciwanan hatiye destnîşankirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi vê boneyê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek parve kir.

Di vîdeoyê de Serokwezîr weke pesndana rola ciwanên Kurdistanê di avakirina welatê xwe de, şiyana ciwanan a di warên zanistî, hunerî, rewşenbîrî û dabînkirina asayîş û aramiyê de ji bo xelkê Kurdistanê aniye ber çavan û balê dikşîne ser bandora wan.

Yek ji wan warên ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vîdeoyê de balê dikşîne ser wê, rola ciwanan di parastina civak û xweparêziya ji vîrusa Koronayê ye, ku li gor amarên fermî yên Wezareta Herêma Kurdistanê, ji destpêka derketina vê vîrusê ve li Herêma Kurdistanê heta îro 5000 welatiyan canê xwe ji dest dane.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vîdeoyê de ciwanên Kurdistanê weke “Siberoja Kurdistanê” bi nav dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 7 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok

ŞİNGAL – Çend hêz hene? Çend kes in? Bi kê ve girêdayîne?

Lalish Duhok

91 jinên Kurd beşdarî Kongreya Jinan a Cîhanî ya li Tûnisê bûn

Lalish Duhok