شبكة لالش الاعلامية

Bingehê laliş:li cejna sersalê grtyên xwe li bîr dînin û bangewazyê dikin

Bingehê laliş:li cejna sersalê grtyên xwe li bîr dînin û bangewazyê dikin

– Supasya hemûyan dikeyn bo vegerandina bitrî sê hezar girtyan
Tora laliş ya ragehandinê/Duhok

Cejna serê sala êzdyan(serê salê) liser me ra derbaz dibt û hêş btrya xelkê me yê şingala wêrankrî li kempên awarebûnê da li herêma kurdstanê bo sala pêncê li pê êk djîn, hêş dorên 3 hezar xelkê me ji jin û zarok û zelam û pîr û kalan bê ser û şûn û grtî ne.

Eger vê helkefta azîz bigêrîn liser me hemûyan grtyan li bîr bînin yên çekdarên rêkxrawa dewleta îslamî destdrêjî li gyanê wan yê pak krî.

Û dûpat dikeyn dest vala namînn heta êk grtî mabt û aşkerakirna çarenvîsê bê ser û şûnan ji zelam û genc û zarokan, herwesa bê deng namînîn bo desteserkirin û sizadana her êkî dest li dest biserdagrtina şingalê da hebt û tawanên kirêt derheqî xelkê encam dabin.

Herwesa her êkî li nexoşya me da xudan heluyst bûy ji bîr nakeyn û bi taybet bo qurtalkirna sê hezar girtyan, l pêşyê serok mesod barzanî ku liser raspardeyên wî nvîsîngeha serok wezîran berêz Nêçîrvan Barzanî dûvçona doseya azadkirna grtyên êzdî kirî, û karîn rizgar bikin û kar divî derbarey da yê îro roj yê berdewame.

Serbarî hemû brînên me yên kur, dûpat dikeyn ku dê berdewam bîn li ser gêrana pîrozyên xo û cejnên xo gêrîn, ji ber dujminên mirovayetyê ji da’şan viyan dest ji pîrozyên xo berdeyn û nekeyn.

Cejna hemû êzdyan bi xêruxoşî bit
Hemû rojên gelê kurdstanê xêruxoşî bin
Silav bo teva gyanê cangoryên şingalê..û azadî bo grtyan

Desteya bilnda bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî /Duhok
16/4/2019

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş: Hêrşa Pasdaran dijî xelkê herêma kurdistanê tawaneka dijî mirovayetiyê ye

Lalish Duhok

Lalish Sinonê hin pêdivî bi Dibistana Jim Mashkou peyda dike

Lalish Duhok

Bingehê Laliş peyameka pîrozbahyê arastey partiya “beyt nehrên” kir.

Lalish Duhok