شبكة لالش الاعلامية

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bîrên avê li çiyayê Şingalê dikole

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bîrên avê li çiyayê Şingalê dikole

Çavkanî :BasNews

Jibo pêşkêşkirina alîkariyên bêhtir ji awareyên çiyayê Şingalê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Qunsilxaneya Komara Polonya li Hewlêrê gêbesta kolandina bîrên ava vexwarinê û gihandina kehreba bo ser çiyayê Şingalê imze kirin.

Îro 9 Tebaxê, bi mebesta zêdebûna alîkariyan bi awareyên Kurdên Êzidî li çiyayê Şingalê, Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî bi amadebûna Cîgirê Serokê Dezgehê Mûsa Ehmed û Cîgirê Qunsilê Polonya Wêytold Kiracêskî li Hewlêrê girêbesteke jibo kolandina bîrên ava vexwarinê û gihandina kehreba bo çiyayê Şingal imze kirin.

Piştî imzekirina girêbestê, qasî 19.960 dolarên amerîkî hatine terxankirin jibo cîbicîkirina pirojeyê gihandina kehreba û kolana bîrên ava vexwarinê bi bi hevkarî ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jibo awareyên Kurdên Êzidî li çiyayê Şingalê û derdora wê.

Mûsa Ehmed ragehand: “Em berdewam kar dikin da jiyana awareyên biryaên me yên Kurdên Êzidî li Çiyayê Şengal û deverên din jî û li kampan jî baştir bikin, ji destpêka awarebûna wan Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî berdewam û bê xemsarî alîkariyên pêwîst dighîne wan, herwiha bi riya nivîsgeha me li ser çiyayê Şingal rojane pêdawîstiyên xwarin jibo 2 malbatên aware peydadibin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Derketina hejmara nû ya Govara Laliş ya Academy

Lalish Duhok

Piştî DAIŞê li Başîkê cejna yekem

Lalish Duhok

Iraqê êrişên Tirkiye û PKKê li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Lalish Duhok