Li Herêma Kurdistanê 657 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
BasNews – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 657 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 657 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 207 kes li Hewlêrê, 107 kes li Silêmaniyê, 277 kes li Duhokê, 18 kes li Helebceyê, 20 kes li Germiyanê û 28 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 2 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1052 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 380 kes li Hewlêrê, 272 kes li Silêmaniyê, 302 kes li Duhokê, 24 kes li Helebceyê, 22 kes li Germiyanê û 42 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 364909
Mirin: 6518
Başbûn: 348258
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî